Hemas û Îsraîlê gihaştin lihevkirinê

Piştî zêdebûna asta rageşiyê Hemas û Îsraîlê, bi sponseriya Qeterê gihaştin lihevkirinekê.

Hemas û Îsraîlê gihaştin lihevkirinê
31 tebax, 2020   19:13
XEZA

Nivîsgeha serokê tevgere Hemasê li Xezayê Yihya El-Sinwar îro ragihand ku her du aliyan bi navbeynkariya Qeterê bi rêya nûnerê balyozê Qeterê Mihemed El-Imadî gihaştin lihevkirinekê.

Li gorî daxuyaniya Hemasê dê gelek proje li Xezayê pêk werin da ku azarên gelê Xezayê li gel belavbûna vîrusa Koronayê sivik bibin û rewş vegere mîna beriya rageşiyê.

Girêdayî heman mijarê, çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl û Hemasê bi sponseriya Qeterê li hev kirin. Li gorî lihevkirinê, "Dê deriyê Kerem Ebû Salim ê bazirganî û deriyê Îrz careke din vebin. Da ku sotemenî derbasî Xezayê bibe û rê li pêşiya nêçîrvanan di deryayê Xezayê de were vekirin. Li bermaberî wê Hemas dê avêtina balonên sojer rawestîne."

Di dema borî de li Xezayê rageşiyek di navbera Îsraîlê û komên Filistînê de rû da û gihaşt topbaranê û avêtina balonên sojer û bombebarkirî ber bi baregehên Îsraîlê ve.

(şx)