Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin

Hikumeta Iraqê wergirtina penaberên Iraqê yên di kampa Holê de red dike. Penaber ji bo pêşeroja zarokên xwe yên bê xwendin mane, metirsîdar in.  Her wiha ditirsin ku zarokên wan bi kiryarên malbatên DAIŞ’ê yên di kampê de ne, bandor bin. Bi  taybet piştî qetilkirina hinek niştecihan.

Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
Penaberên Iraqê ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên DAIŞ’iyan bandor bibin
30 tebax, 2020   23:42
HESEKÊ-HOGIR NECAR-COZA ÎBRAHÎM

Piştî çeteyên DAIŞ’ê ji nîvê zêdetir xaka Iraqê dagir kirin, bi hezaran malbat neçar man ku penaber bibin. Iraqiyan berê xwe dan Sûriyê, bi taybet herêmên ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi rê ve dibe.

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê Hesekê,  roleke bingehîn di hewandina penaberên iraqî yên ji ber çeteyên DAIŞ’ê revîne de lîst. Hejmara penaberên di hundirê kampê de 31 hezar e. Li  çar beşên kampê dijîn, piraniya wan zarok û jin in.

Rewşa penaberên iraqî yên di kampê de baş e. Rêveberiya Xweser û rêveberiya kampê, li ruxma êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêçkirina herêmê,  bi derfetên kêm jî be piştgiriya penaberan dikin.

Di destpêkê de penaberan nedixwest vegerin, ji ber DAIŞ li herêmên wan serwer bû. Lê piştî ku hikumeta Iraqê di 9’ê Çileya 2017’an serkeftina xwe ya leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê ragihand, penaber dixwazin vegerin warê xwe.

Hin penaber ber bi axa Iraqê ve ketin rê, lê bêyî ku sedem were diyarkirin, ji aliyê Wezareta Mafên Mirovan a Kar û Barên Penaberan a Iraqê ve hatin rawestandin..

Piştî ku QSD’ê Baxoz ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, bi hezaran jinên DAIŞ’î li kampê hatin bicihkirin. Bi vê yekê re metirsiyên penaberên iraqî zêdetir bûn.

Endamên rêveberiya kampê diyar kirin ku piştî rizgarkirina Baxozê gerên vegera penaberên iraqî rawestîn. Lê belê hê ne piştrast in ku ev sedema rawestandina geran e yan jî hin sedemên dîtir hene.

Piştî 5 salan ji penabertiya li herêmên Rêveberiya Xweser û jidayikbûna bi hezaran zarokan,  malbat li ser pêşeroja zarokên xwe yên perwerdeyê nabînin, metirsîdar in.

Malbatên DAIŞ’ê yên derbasî kampê bûne, temenê zarokên wan mîna yê zarokên penaberên iraqî ne. Her wiha penaber destnîşan dikin ku ew ditirsin ku zarokên wan ji kiryarên zarokên DAIŞ’ê bandor bibin. Penaber dixwazin vegerin welatê xwe.

Girêdayî mijarê, penaber Xalid Elî got: “Gunehê zarokên iraqî yên li kampa Holê çi ye ku bê perwerde bimînin û bê pêşroj bimînin.”

Penaberê bi navê Îman Mihemed jî wiha got: "Ji bo ku em pêşeroja zarokên xwe ava bikin, dixwazin vegerin warê xwe. Tu pêşeroja zarokên me di kampê de nîne.”

Her wiha di kampê de asta kuştinê zêdetir bû, bi taybet piştî jinên çeteyên DAIŞ’ê xwe di hundirê kampê de bi rêxistin kirin.

ANHA’yê piraniya rewşên kuştinê yên di kampê de pêk tên belav kirin. Jinên DAIŞ’î penaberên Iraqê yên ku baweriya wan nepejirînin dikujin. Penaberên iraqî fikir û îdeolojiya DAIŞ’ê ya terorîst red dikin.

Penaberên iraqî piştrast dikin ku ew dixwazin vegerin bajar û gundewarên xwe, da ku zarokên xwe ji jin û zarokên DAIŞ’î biparêzin. Dixwazin pêşeroja zarokên xwe dûrî penabertî û kînê ava bikin.

Zarokê bi navê Salih Îbrahîm Casim pirsek wiha kir: “Guneha min çi ye û temenê min bûye 16 salî û hê jî naxwînim. Ez xwendin û nivîsandinê nizanim. Ji hikumeta Iraqê dixwazim ku me vegerîne."

Casim ji rewşên kuştinê yên li hundirê kampê ditirse. Casim got: "Bi avavên hesin ên birînê gefan i me dixwin. Gunehê me çi ye."

Zarokê bi navê Mihemed Silêman (11) mîna bi hezarên zarokên dîtir ên li kampê bê perwerde maye, xwendin û nivîsandinê nizane. Silêman dibêje: "Ez neçûm dibistanê, dixwazim vegerim Iraqê da ku bixwînim."

Hêviya bi hezaran zarokên penaber ew e ku vegerin warê xwe û bixwînin. Gelo dê hikumeta Iraqê xwestekên wan biberisvîne yan dê çarenûs û pêşeroja wan ne diyar be?

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d9j4boh8Fco" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>