​​​​​​​`Divê aliyên Kurd xeteriya êrişên li ser Heftenînê tê bigihêjin’

Şêniyên Qamişlo gotin: “Divê hemû kudistanî xeteriya êrişên li ser Heftenînê tê bihihêjin. Dewleta Tirk bi van êrişan ne tenê partiyekê, hêzekê yan jî herêmeke diyar dike hedef. Dewleta Tirk tevahiya Kurdên li axa Kurdistanê dike hedef.”

​​​​​​​`Divê aliyên Kurd xeteriya êrişên li ser Heftenînê tê bigihêjin’
31 tebax, 2020   04:21
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Artêşa Tirk a dagirker ji 16`ê Hezîranê ve asta êrişên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê zêde kir. Bi zanabûn êrişî jîngehan dike. Her wiha baregehên leşkerî ava dike, sivîlan dide koçberkirin û milkên wan talan dike. Armanc berfirehkirina dagirkeriyê û ferzkirina hegemoniyê ye. Ev êriş li gel bêdengiyek herêmî û navneteweyî didomin û Hêzên Parastina Gel li hemberî wan êrişan li ber xwe didin.

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, bi taybet herêma Heftenînê, ew e ku qada dagirkirina fireh bike û careke din serdema Osmaniyan vejîne.

 Şêniyê bi navê Cuma Ebdulmecîd Umer got: “Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e. Em bang li gelê Kurd û kurdistaniyan dikin ku li hember van êrişan û sûcên dewleta Tirk bibin yek. Heta em nebin yek û piştgiriya hev nekin, êrişên dewleta Tirk ranawestin.” 

Şêniyê bi navê Bangîn Ehmed destnîşan kir ku dewlet Tirk a dagirker ji berê ve hewl dide herêmên Kurdistanê dagir bike û xîlafeta Osmanî vejîne. Ehmed  got: “Divê kurdistanî xeteriya van êrişan têbigihêjin. Ji ber ku ev êriş ne tenê partiyekê, hêzekê yan jî herêmeke diyar dikin hedef. Armanca wan tunekirina tevahiya Kurdan e.”

Bangîn Ehmed bang li tevahiya partiyên siyasî û hêzên Kurdistanê kir ku bibin yek û li dijî êrişên dermirovî yên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê pêk tîne li ber xwe bidin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fRSb5hyGom0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>