`Neamadebûna nûnerên rastîn, civînên çareserkirina aloziya Sûriyê bi bin xist`

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê destnîşan kirin ku dê aloziya Sûriyê tenê bi diyaloga Sûrî-Sûrî çareser bibe. Her wiha piştrast dikin ku ji ber neamadebûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê, civînên berê mîna Cinev û civînên komîteya destûrî bi bin ketin.

`Neamadebûna nûnerên rastîn, civînên çareserkirina aloziya Sûriyê bi bin xist`
31 tebax, 2020   02:26
REQA-EMMAR EBDULATÎF

Ji bo çaresrkirina aloziya Sûriyê gelek civîn di bin navên cuda de hatin lidarxistin, ji Cinevê û Astanayê bigire heta bigihêje Soçiyê. Lê heta niha rêwîtiya diyaloga nerast a ku hinek kesayet propagandaya wê dikin, îdia kirin û hîna îdia dikin ku xema wan a sereke gelê Sûriyê, bi dawî nebûye. Di dawiyê de encam û rastiya wan civînên binkeftî diyar bûn.

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yên ji gelek herêmên Sûriyê tev li kongreya giştî ya duyemîn a partiyê ya ku li bajarê Reqayê li dar ket, bûn. Endamên pariyê girêdayîn bingehên çareserkirina aloziya Sûriyê û nûnertiya rastîn a gelê Sûriyê di diyalogan de, ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê ji bajarê Reqayê Îsa El-Xabûr got: “Gelê Sûriyê êdî têgihiştiye ku dan û standinên li derveyî axa Sûriyê li dar dikevin, tenê wêranî û koçberiyê ji gelê Sûriyê tînin. Tenê dê encamên koçberkirin û guhertina demografîk bi xwe re bînin.”

El-Xabûr wiha domand: “Diviyabû organîzer û sponserên mîna van dan û standinan nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê vexwînin. Lê Meclisa Sûriya Demokratîk a ku nûnertiya 5 milyon sûrî dike hate nehatiye vexwendin. Her wiha nûnerên pêkhateya Kurd; aliyê çareseriya rastîn a aloziya Sûriyê, hate dûrxistin.”

Girêdayî heman mijarê endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê ji bajarê Minbicê Îbrahîm El-Maşî got: “Di encama têkilbûna berjewendiyên navneteweyî li ser axa Sûriyê de, alozî berdewam e. Dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin, baş dizanin ku çareserî bi destê gelê Sûriyê de ye. Da ku Sûriyeya pêşerojê ya ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê armanc û nêrînên xwe li ser vê bingehê ava kirine, av bikin.”

El-Maşî di dawiyê de got: “Gelê Sûriyê îro bi hewcedariya keştiya xilasiyê û nêrînek ku dikare wan ji vê aloziyê ya ku êdî gelê Sûriyê ji hal xistiye, xilas bike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5M5SRO4OtSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>