Artêşa Misirê: 73 terorîst hatin kuştin, 317 wargehên wan hatin rûxandin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Misirê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku li bakurê Sînayê 317 wargeh û depoyên madeyên teqameniyê yên terorîstan hatine rûxandin û 73 terorîst hatine kuştin.

Artêşa Misirê: 73 terorîst hatin kuştin, 317 wargehên wan hatin rûxandin
30 tebax, 2020   18:43
QAHÎRE

Di daxuyaniya fermandariyê de hate gotin:" Li bakurê bajarê Sînayê 317 cihên ku endamên terorîst wekî wargeh û depoyên çek û cebilxaneyê bi kar dianîn, hatine rûxandin û 10 erebeyên ji cureya (Pîk up) ku terorîstan ji bo pêkanîna çalakiyên terorî bi kar dianîn, hatin îmhakirin."

Her wiha hate diyarkirin " Bi operasyoneke taybet 2 terorîst 'xeternak`   ku çek û mayîn bi wan re hebûn hatin kuştin. 2 terorîstên din jî hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha 4 çek, gelek cureyên cebilxaneyê, madeyên teqameniyê, motorskilêt û pereyên bi wan re hatin desteserkirin. Terorîstê birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyek hêzên çekdar."

Li gorî daxuyaniya fermandariyê, hêzên asîmanî jî 9 erebeyên ji cureya (Pîk up) yên bi çek û cebilxaneyê barkirî dema ku hewl didan sînorên rojava derbas bikin, îmha kir. Her wiha li qiraxa her du deryayên Spî û Sor operasyonên paqijkirinê dest pê kir, da ku armacên aborî û xeta beravê ji gefan bi ewle bike û tedbîrên ewlehiya deryayî di hundir ava herêmî de aktîv kir.

Artêşê diyar kir ku "Li herêmên operasyonan 3 efserê artêşê şehîd û birîndar bûne û 4 leşkerên din birîndar bûne."

Fermandariyê got, hêzên çekdar ên Misirê dê operasyonên ji bo tunekirina terorê û pêkanîna ewlehî û aramiyê, berdewam bike.

(cx)