Yewnanistan bang li Tirkiyê kir: Dev ji gengeşiyê berde

Wezîrê Karê Derve ya Yewnanistanê Nikos Dendias got: "Tirkiye dê şaş be eger difikire ku bi hewldanên têkçûyî destkeftiyan bi dest bixe, wê demê Yewnanistan dê mijarên neqaûnî li djiî wê bipejirîne."

Yewnanistan bang li Tirkiyê kir: Dev ji gengeşiyê berde
30 tebax, 2020   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Dendias daxuyand "Divê diyalgo di çarçoveyên şertên asayî yên ku qanûna navnetewî ferz dikin de were pêkanîn, yanî bêyî gef û ne şantej û gefên şer pêk werin."

Nikos Dendias di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "Ji bo bidawîkirina aloziya heyî, Yewnanistan her tim ji bo diyalogê bi Tirkiyê re amade ye."

Dendias diyar kir, "Ez careke din dubare dikim ji ber şaş nayê fêmkirin; Yewnanistan dê bi hemû rêbazên qanûnî yên di dest de serwerî û mafê serweriyê  xwe, serdestiya Yekitiya Ewropa û mafên serdestiya wê wê biparêze, ji bilî vê vebijêrkê tiştek din nine."

Her wiha got, Tirkiye dê şaş be eger ku difikire bi hewldanên têkçûyî destkeftiyan bi dest bixe wê demê Yewnanistan dê li xwe vegere û tiştên neqaûnî li djiî Tirkiyê bipejirîne.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşolu roja şemiyê gefa destpêkirina şer li dijî Yewnanistanê xwar, ev yek aloziya di navbera herdu welatan de zêdetir kir.