Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan

Bi sedan şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û silavkirina berxwedana Heftenînê daketin qadan.

Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
Şêniyên taxa Eşrefiyê ji bo Heftenînê meşiyan
30 tebax, 2020   18:01
HELEB

Çalakiyên ji bo silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê didomin.

Bi dehan şêniyên taxa Eşrefiyê ya Helebê bi meşekê piştgirî dan berxwedana Heftenînê û dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji sêkoşeya Serbest dest pê kir û parka Îstîqama bi dawî bû û veguherî mîtîngê. Şêniyan alên TEV-DEM, posterên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên wekî "Berxwedana Heftenînê bi serdikeve, bemire îxanet û dagirkerî" vekirin.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Serokê Meclisa Taxa Eşrefiyê Ehmed Cafer û endama Rêveber a Kongreya Star a taxê Hena Kerdûş axivîn.

Di axaftinan de êrişên dewleta Tirk ên ser Heftenînê hatin şeremzarkirin hate gotin ku Heftenîn a ku dereseke mezin da dagirkeran bûye sembola berxwedanê.

Her wiha hate gotin ku şervanên cenga Heftenînê yên li hemberî êrişên faşîzmaya dewleta Tirk li ber xwe didin ji dibistana Rêber Abdullah Ocalan ders dîtine.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan a li Heftenînê bi dawî bû.

ANHA