Hejmara nexweşên vîrusa koronayê 25 milyon derbas kir

Li seranserê cîhanê hejmara nexweşên vîrusa koronayê (Covid-19) 25 milyon derbas kir.

Hejmara nexweşên vîrusa koronayê 25 milyon derbas kir
30 tebax, 2020   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên AFP’ê li seranserê cîhanê hejmara kesên ku bi vîrusa koranayê ketine zêdetirî 25 milyon e.

AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên fermî, daxuyand ku vê sibehê saet di 04:20’an de hejmar hat tomarkirin, li gorî wê hejmara giştî 25 milyon û 29 hezar û 250 e, jê 842 hezar û 915 kes mirine. 

Li DYA`yê hejmara kesên bi vîrusa koronayê nexweş bûne gihaşt 5 milyon û 960 hezar û 652 kesan, ji wan 182 hezar û 760 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Brazîlyayê jî hejmara giştî ya nexweşên vîrusa Koronayê gihîşt 3 milyon û 846 hezar û 153 kesan, di nav de 120 hezar û 262 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê îro ragihand ku zêdetirî 78 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusa koronayê li Hindistanê 3.5 milyon derbas kir.

(sm)