Çarenûsa bi sedan kesên revandî ji Kobanê ne diyar e

Piştî derbasbûna du salan li ser tunekirina hebûna leşkerî ya çeteyên DAIŞ`ê li ser axa Sûriyê, çarenûsa bi sedan sivîlên ku DAIŞ`ê ji bajarê Kobanê û gundewarên wê revandine, ne diyar e. Malbatên kesên revandî bi hêviya bihîstina agahiyekê li ser zarokên xwe ne.

Çarenûsa bi sedan kesên revandî ji Kobanê ne diyar e
30 tebax, 2020   08:35
KOBANÊ-NÎHAD KARO

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê rûberên fireh ji axa Sûriyê û Iraqê dagir kirin, hovantirîn komkujî li dijî sivîlan pêk anîn, tirs û xof xiste dilê şêniyan. Bi vê yekê heta demeke dirêj herêm kontorl kirin.

DAIŞ`ê ji bo tirsandina sivîlan bi hezaran şêniyên herêmên ku dagir kirine, revandin.

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê, şênî li benda bihîsitina agahiyên girêdayî bi sedan kesên ku DAIŞ`ê di demên navbera dawiya 2013- 2014 û heta 2015`an de revandine.

Ruxmî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019`an de dagirkeriya DAIŞ`ê li ser erdnîgariya Sûriyê piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi dawî kir, lê heta niha şopa kesên revandî xuya nebû.

Dewletên cîhanê ji bo ku balê bikişînin ser doza kesên ku di şert û mercên nediyar de hatin revandin û di cih û mercên nebaş de hatin girtin û agahiya malbatên wan li ser wan tune ne, 30`yê Tebaxê wek roja kesên revandî diyar kir.

Yekitiya Amerîka Latîn a girêdayî weqfên xizmên girtiyên revandî ev însiyatîf pêşkêş kir. Ew saziyeke ne girêdayî hikumetê ye, di sala 1981`an de li Costa Rica wek weqfek herêmî ya komên ku li dijî girtîgeha nepenî û revandina mirovan dixebite û li gelek dewletên Amerîka Latîn ev weqfe hate avakirin.

Şemse Haçim (60) ji gundê Îtwêran ê başûrê Kobanê ye û çeteyên DAIŞ`ê kurê wê revandiye û heta niha agahiyên girêdayî wî nizane. Şemse go: “Ji 6 salan ve çeteyên DAIŞ`ê bê sedem û bê sûc kurê min Cîhad Karo revand. Kurê me ne siyasetmedar ne jî leşker bû. Piştî wî 5 kur apên (pismamên) wî hatin revandin.”

Şemse  Haçim wiha domand: “Piştî ku DAIŞ`ê di 2014`an de ragihand wê êrişî Kobanê bike. Li ser daxwaza hevser û zarokên min em li mal man. Lê di encamê de  DAIŞ`ê kurê min revand.”

Şemse Haçim hêvî û baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser anî û got: "Ew tiştên nepêkan naxwazin, tenê dixwazin rastiya veşartî were eşkerekirin da ku çaranûsa kurê xwe û kesên din ên revandî nas bikin."

Ji çend salan van agahiyên girêdayî hebûna piraniya kesên revandî li bajarên Reqa û Minbicê hatin belavkirin. Lê piştî ku QSD`ê her du bajar kontrol kirin, ew agahî qut bûn.

Şemse Haçim bang li aliyên têkildar kir ku çarenûsa zarokên wan eşkere bikin û zextê li çeteyên DAIŞ`ê yên girtî bikin da ku wan agahiyan bi dest bixin. Şemse Haçim diyar kir ku ew dixwaze çarenûsa kurê xwe yê ku ji 6 salan ve hatiye revandin bizane.

Heta niha zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ`yê di girtîgehên QSD`ê de ne. Ruxmî wê jî lê hîna doza kesên ku DAIŞ`ê revandine ne diyar e.

Her wiha Şemse Haçim bang li Rêveberiya Xweser û QSD`ê kir ku vê dozê vekin û çarenûsa bi deh hezaran kesên ku DAIŞ`ê revandine eşkere bikin.

Tu daneyên zelal ên girêdayî hejmara kesên ku DAIŞ`ê ji bajarê Kobanê û gundewarên wê revandine tune ne. Lê li gorî agahiyên heyî, bi sedan kes revandî ne.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sECKvpcQTMw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>