Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir

Yekitiya Kedkaran a kantona Hesekê derfetên kar ji 900 jinên bajêr re peyda kir û ew di werşeyên li navenda depoyên bajêr û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi cih kir. Yekitî hewl dide ku mafên wan biparêze û barê wan sivik bibe.

Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
Yekitiya Kedkaran a Hesekê ji 900 jinan re kar peyda kir
30 tebax, 2020   07:49
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Yekitiya Kedkaran hemû kedkar û karmendan digire nava xwe. Ew yekitiyeke demokratîk û civakî ya serbixwe ye û birêxistinkirin û parastina kesên ku ked didin, dike û ji xwe re keda civakî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hepvymana wê ya civakî, weke lêveger dipejirîne.

ROLA KEDKARAN DI CIVAKÊ DE

Karker û kedkar hêzên bingehîn ên sîstema civaka sivîl a demokratîk in û li gorî têgehên demokrasî, ekolojî û azadiya jinê rola xwe dilîzin.

Piştî ku Yekitiya Kedkaran di 15`ê Tîrmeha 2020`an de peymanek bi şerîketa pêşketina çandiniyê ya kantona Hesekê re îmze kir, yekitiyê 900 derfetên kar ji jinên bajêr re peyda kir. Ev yek li ser daxwaza kedkaran pêk hat.

Kedkar li 45 werşeyan hatin belavkirin, ku di her werşeyekê de 15 jin kar dikin. Ji ber berdewamkirina giritna berhemên ceh û genim, ew jin di hundir navenda Depoyên Mehlece ya bajarê Hesekê de kar dikin. Her wiha 15 werşeyên din li ser saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hatine belavkirin û li gorî pêwîstiya navendê kar dikin.

Kar rojane ji saet 6`ê sibehê heta 12`ê nîvro dewam dike û her kedkarek rojane di navbera 4 heta 5 hezar lîreyên Sûriyê destine.

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a kantona Hesekê Kemal Elî ji ANHA`yê re wiha da zanîn: "900 derfetên kar hatin peydakirin, ji wan 400 li saziyên Rêveberiya Xweser û 500 li navendên El-Hob û Mehlicê hatin belavkirin."

RÊGEZ Û ARMANCÊN YEKITIYA KEDKARAN

Yekitiya Kedkaran xwe li ser rêgez û pîvanên demokratîk û nirxên bilind ên xebitandinê, bi rêxistin dike. Her wiha mafên bingehîn, azadî û qanûnên kar û karkeran ên li gorî peymana civakî ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji xwe bingeh digire û hemû peymanên navnetewî û herêmî yên girêdayî kedkaran pêk tîne.

Yekitî li gorî derfetên xwe hewl dide derfetên kar peyda bike û rewşa jiyanî baş bike. Ji bo vê yekê bi saziyên pispor re koordîne dike.

Yekitiya Kedkaran tu ferq û cudahiyê olî, bawerî, zayendî, fikrî, mezhebî û netewî naxa navber kedkaran û li dijî nîjadperestiyê disekine. Her wiha avakirina civakeke sivîl demokratîk û exalqî armanc dike, wekheviyê di navbera jin û zilam de pêk tîne û ji bo pêşxistin û pêkanîna adaleta civakî û demokrasiyê têdikoşe.

Ji erk û berpirsiyariyên sereke bi yên yekitiyê, parastina kedkaran û girtina tedbîrên pêwîst li hemberî rewşên nexweşiyê û qezayên di kar de çêdibin. Her wiha bi aliyên têkildar re peywendiyê datîne û pirsgirêkên kedkaran çareser dike. Endamên yekitiyê di dewreyên perwerdeyê û semîneran re derbas dibin û pêdiviyên pêwîst ji bo birêxistinkirina yekitiyê û meşandina kar tên peydakirin.

‘DIVÊ HEMÛ KESÊN BÊ KAR, BEŞDARÎ KAR BIBIN’

Hevserokê Yekitiya Kedkaran a kantona Hesekê Kemal Elî bang li hemû karker û kesên bê kar kir ku tev li komeleyên wan ên li herêmê bibin û xwe di nav de bi rêxistin bikin, da ku mafên wan biparêzin, pirsgirêkên wan çareser bikin û barên jiyanî yên li ser milê wan sivik bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piraniya karkerên kantona Hesekê di navendên depoyên bajêr de kar dikin û xwe di werşeyên girêdayî komeleyên kedkaran ên herêmê de birêxistin dikin. Ev werşe beşekî girîng ê Komîteya Kedkaran a navenda depoyan a Hesekê, tên hesbandin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S60jKLbglgM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>