Îmarat qanûna boykutkirina Îsraîlê ji bo destpêkirina têkiliyên dualî betal kir

Serokê dewleta Îmaratê Xelîfe Bin Zeyid Al Nehyan piştî lihevkirina aştiyê ku di navbera ‎Îsraîl û Îmaratê de, bi sponseriya DYA’yê   pêk hatibû, îro qanûna boykutkirina têkiliyan bi Îsraîlê rakir.

Îmarat qanûna boykutkirina Îsraîlê ji bo destpêkirina têkiliyên dualî betal kir
29 tebax, 2020   12:28
XEZA

Ajansa nûçeyan a Îmaratê ya fermî Wamnewsê diyar kir ku serokê dewleta Îmaratê Xelîfe ‎Bin Zeyid Al Nehyan qanûna yekitî ya bi jimareya 15’an a 1972’an a derbarê boykutkirina Îsraîlê rakir.

Li gorî Wamnewsê, dewleta Îmarat bi rêya nexşerêya ber bi xurtkirina hevkariya hevbeş, têkiliyên dualî ji bo başbûna aborî û teknolojiyê, kedên mezin ên hevkariya dîplomatîk û bazirganiyê bi Îsraîlê re dide