Bloka Sadikoun : Divê hikumet li hemberî êrişên Tirkiyê tedbîran bigire

Bloka Sadikoun a di Parlamentoya Iraqê de ragihand, ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku bi tedîbrên dîplomatîk û aborî de li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bisekine û diyar kir ku divê Bexdayê karên bazirganiyê yê bi Enqerayê re bisekinîne û balyozê Iraqê ji Tirkiyê vekişîne.

Bloka Sadikoun : Divê hikumet li hemberî êrişên Tirkiyê tedbîran bigire
29 tebax, 2020   13:44
NAVENA NÛÇEYAN

Endamê Bloka Sadikoun Fadil Fetlawî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: "Ji hikumetê tê xwestin 3 tedbîran bigirin; karê bazirganiyê yê bi Tirkiye re bisekinîne, giliyan pêşkêşî Komseriya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bike û balyozê xwe yê Iraqê ji Tirkiyê vekişîne."

Fetlawî têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê got, divê Iraqê bi rêya tedbîrên dîplomatîk û aborî li hemberî van êrişan bisekine.

Endamê parlamantoya Iraqê her wiha destnîşan kir ku "Êrişên dewlet Tirk li ser xaka Iraqê serweriya welat binpê dike, ji ber vê divê hikumet û parlamanto bersiveke xurt bidin."

Fadil Fetlawî îşaret pê kir ku blokê ji bo van êrişan gelek caran banga lidarxistina civîneke awarte kiriye.

Berdevkê hikumetê Ehmed Mele Telal beriya niha êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Iraqê red kir.

Mele Telal di daxuyaniyê de daxuyand ku "Ji beriya demekê ve hêzên Tirkiye êrişî Iraqê dikin. Em van êrişan red dikin û van kiryarên ku ziyanê dighîne têkiliyên xurt û dem dirêj ên di navbera herdu gelên dostane de bi tundî şermezar dikin."

Mele Telal banga rawestandina van kiryaran li dewleta Tirk kir û got, ev kiryar ziyanê dighîne aştiya herêmî, sersaxiya xaka Iraqê binpê dike, her wiha zerarê dighîne can û mal û milkên iraqiyan.

Berdevkê hikumetê Ehmed Mele Telal her wiha destnîşan kir ku "Hikumeta Iraqê nameya protostokirinê da balyozê Tirkiye yê li Bexdayê. Tê de diyar dike ku dê di çarçoveya qanûn û belgeyên navneteweyî de mafên Iraqê bi dest bixîne."

(eh)