ꞌBeyî nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD`ê aloziya Sûriyê çareser nabeꞌ

Axafitvanên di Kongreya Duyemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kirin ku civîn û kongreyên bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê li dar dikevin, beyî beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk ew ê bi ser nekevin.

ꞌBeyî nûnerên Rêveberiya Xweser û MSD`ê aloziya Sûriyê çareser nabeꞌ
29 tebax, 2020   12:19
REQA

Îro li bajarê Reqayê bi dirûşmeya"Sûriyeke nenavendî û pirrengî….Xurtkirina Rêveberiya Xweser..Xurtkirina QSD`ê" Kongreya Duyemîn a Partiya Pêşeroja Sûriyê destpê kir. Kongre bi beşdariya 315 delegeyên partiyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Piştî serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan axaftina vekirina kongreyê bi dawî kir, endamê Meclisa Giştî Salih Zobe rapora siyasî xwend.

Kongre bi axaftinan berdewam dike, ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Meclisa Rêveber Abdulhamid El-Mihbaş axivî û got ku bi armanca misogerkirina parastina yekitiya xakê û gelên li herêmê dijîn partiyê berdêl dane, bi saya van şehîdan terora li Sûriyê û herêmên wan tune bike her wiha di rêya azadiyê, demokratiyê û avakirina welat de canê xwe dan.

Abdulhamid El-Mihbaş da zanîn ku  di pêvajoya salên derbasbûyî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftiyên girîng qezenc kirin, çi di qada aborî de be û çi jî di qada civakî de be, di encamê de rewşa debarê ya welatiyan bi pêş de bir.

El-Mihbaş bal kişand ser ku her çi qasî dijminan hewl bidin, lê beyî beşdariya endamên Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk çareseriya aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Li ser navê malbatên şehîdên endamên Partiya Sûriya Pêşerokê, dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad, hevala şehîd Hevrîn Nadiya Xeşan, hevalê şehîd Merwan Fitêh endamê Meclisa Giştî ya Dêrazorê Zahir Abdulhemîd û keça şehîd Umer Elûş axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de, hate destnîşankirin ku di avakirina partiyê de şehîdan roleke mezin lîstin, di rêya avakirina yekitiya Sûriyê de berdêl dan û girîngiya yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku projeya Rêveberiya Xweser bi ser bikeve, piştrast kirin.

Tê payîn ku dîwana birêvebirina kongreyê were diyarkirin û paşê dê hilbijartin çêbibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/INKO3JfBeYA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>