Ji HPG`ê çalakiya li dijî hêzên dagirker; Wesatîteke zirxî hate rûxandin

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Gever a Colemêrgê bi çalakiyekê wesayîteke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker rûxandin.

Ji HPG`ê çalakiya li dijî hêzên dagirker; Wesatîteke zirxî hate rûxandin
29 tebax, 2020   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 25’ê Tebaxê saet 10:30’î li dijî wesayîta zirxî ya artêşa Tirk a dagirker ku li devera Şehîd Karker û Şehîd Gafûr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de di nava tevgerê de bû çalakiyeke ya bi taktîka sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de ku xurtî li dagirkeran hate xistin, wesayît bi temamî hate rûxandin. Hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûbûn nehate zelalkirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna herdu fermandarên Iraqî yên li gel  Fermandar Egîd Garzan şehîd bûbûn pêk hatiye.

Êrîşên balafirên şer ên artêşa TC ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de;

28`ê Tebaxê saet di navbera 15:00 û 15:40’î de balafirên şer devera Gundê Fileha ya Herêma Zapê bombe kirin.

27`ê Tebaxê saet 14:30’î balafirên şer devera Qebra Zahir a Herêma Xakûrkê bombe kirin

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hevrêyên me nehatine.”