Diyalogên agirbestê bi bin ketin: Îsraîl zextê li Xezayê dike û kom gefan dixwin

Dezgehên çapemeniya Îsraîlê bi bîr xist ku diyalogên têkildarî agirbestê yên di navbera Îsraîl û  tevgera Hemasê de bê encam in, di heman demê de Îsraîlê dorpêça ji Xezayê re tundtir dike û komên Filistînê g efan dixwin.

Diyalogên agirbestê bi bin ketin: Îsraîl zextê li Xezayê dike û kom gefan dixwin
29 tebax, 2020   11:56
XEZA

Dezgehên çapemeniya Îsraîlê ku agahiyên xwe despêre çavkaniyên xwe diyar kir ku balyozê Qeterê Mihemed Emadî piştî diyalogên agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de bê encam bûn, xwe amade dike ku îro ji Xezayê derkeve.

Rojnameya Israel Hayom bi bîr xist ku Îsraîlê biryar da ku hîn zêdetir zextê li Tevgera Hemasê bike û sînoran ji daxwazên wê re deyne.

Der barê zexta Îsraîlê de wezîrê şer Benny Gantz got divê karê şîrketên sotemeniyê yên li dergeha Kerm Ebû Salim a bazirganiyê  werin sekinandin û sotemenî derbasî Xezayê nebe.

Beriya wê derya li pêşiya nêçîrvan û dergeha Kerem Ebû Salim ku dergeheke bazirganiyê ye hate girtin, her wiha qedexe kirk u sotemenî derbasî Xezayê bibe, bi wê re jî xebata stasyona Kehrebeyê ya yekane li Xezayê rawestî û xebatên din felc bûn.

(eh)