​​​​​​​Merkel: Divê YE'yê piştgiriyê bidin Yewnanistanê

Serokwezîra Almanyaê Angela Merkel bang li hemû dewletên Ewropayê kir ku ji ber zêdebûna aloziyên li rojhilatê Deryaya Spî  piştgiriya Yewnanistanê bikin.

​​​​​​​Merkel: Divê YE'yê piştgiriyê bidin Yewnanistanê
28 tebax, 2020   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Enqere nûkirina xebatên xwe ji bo lêgerîna gaz û petrolê li rojhilatê Deryaya Spî ragihand,aloziya di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de careke din di destpêka Tebaxê de zêde bû. Enqere wê herêmê wekî beşek aborî ya Qibrisê ku ji hêla Tirkiyê ve hatî dagirkirin dihesibîne.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku divê hemî dewletên di Yekitiya Ewropayê de piştgiriya Yewnanistanê bikin.

Merkel destnîşan kir ku wê bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re "bi berfirehî" gengeşiya  di navbera Atîn û Enqereyê de gotûbêj kir.

Merkel got, Almanyayê dê pêşî li geşbûna nakokiya di navbera her du dewletan de li ser rojhilata Deryaya Spî bigire, û xwest ku çareseriyek hevbeş ji bo nakokiya li ser herêma aborî ya Qibrisê çêbibe.

Tirkiyeyê ji bo vê armancê, keştiya lêkolîna sismik û keştiyek şer şand rojhilatê Deryaya Spî. Hikumeta Yewnanistanê her gavên Tirkiyê li rojhilata Deryaya Spî red dike û daxwazên Enqerê li wir qebûl nake, ji ber vê yekê    hêzên leşkerî kom kir da ku bersiva tedbîrên Tirkiyê bide.

Beriya vê aloziyê, her du welatan bi aliyên cuda re peyamn îmze kirin. Atînayê bi hikumeta Misirê re peymanek îmze kir û li beramberî wê jî Tirkiyê peymanek bi hikumeta Sarac re ya ku li bakurê rojhilatê  Lîbyaya îmze kir.