Şehîd Leyla Agirî li Qamişloyê hate bîranîn

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) a di Hezîrana 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû, li bajarê Qamişloyê hate bibîranîn.

Şehîd Leyla Agirî li Qamişloyê hate bîranîn
28 tebax, 2020   18:28
QAMIŞLO

Kongreya Star ji bo bîranîna  endama Konseya Rêveber a KJK'ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) a di Hezîrana 2020'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bû, civîneke li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajar, malbatên şehîdan, tevî endamên Kongreya Star beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Kongreya Star endama rêveber a kongreyê Remziya Mihemed axivî û şehîd Leyla Agirî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got, dagirkeriya Tirk hedefkirina jinên têkoşer ên ku li hemberî zilm û faşîma wê disekine didomîne.

Remziya Mihemed got: "Madem têkoşer û fermandarên me mîna Leyla, Hevrîn, Zîlan, Zehra, Hebûn, Sakîne, Bêrîtan, Avesta, Agirî, Amara, dayikên mîna Emîna û Aqîde hene wê îradeya azadî û demokrasiyê bi teqez bi serkeve."

Remziya Mihemed behsa kurtejiyana têkoşer Leyla Agirî kir û got: " Leyla Agirî sala 1973'an li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bû. Piştî ku xwendina Lîseyê qedand, sala 1993'an tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku tevlî bû, navê Leyla Qasim li xwe kir û hîn di destpêkê de nîşan da ku wê weke jineke evîndara azadiyê û berxwedêr bimeşe. Piştî ku çû qada Rêbertî û Rêbertî nas kir, hişmendî û îradeya wê xurtir bû û bû sembola jina fermandar a têkoşer."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Şemsîxan Gulo axivî, cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbata  Leyla Agirî û hevrên wê re xwest. Şemsîxan Gulo got, wê xwîna şehîdan li erdê vala neçe, ji ber ku dê xeta şehîdan bişopînin ta armancên wan bi cih bên.

Piştî axaftinan, belgefîlmeke li ser jiyana şehîd Leyla Agirî hate pêşandan.

Bîranîn bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/N-uupWCNHrk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>