Li Dêrazorê meşa "Na ji fitneyê re..milîsên Îranê ji rojhilatê Firatê derxînin"

Bi sedan şêniyên Dêrazorê bi diruşmeya ""Na ji fitneyê re..milîsên Îranê ji rojhilatê Firatê derxînin" meşek li dar xistin.

Li Dêrazorê meşa "Na ji fitneyê re..milîsên Îranê ji rojhilatê Firatê derxînin"
28 tebax, 2020   15:46
DÊRAZOR

Meş ji herêma Ezba ya gundewarê bakurê Dêrazorê dest pê kir û ber bi çerxerêya kargehan a gundewarê rojava dewam kir.

Di meşê de pankartên wekî "Îran û Rûsya ji xak û malên me derxînin", "Şêxên eşîrên me yên ku daxwaze hilweşandina rejîmê nekin nûnertiya me nakin" û "Ji mezhebperestiyê re na" hatin vekirin.

Di meşê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hate kirin ku "Milîsên Îranê" ji rojhilatê Firatê derxînin. Her wiha hate gotin ku milîsên Îranê guhertina demografîk pêk tînin û şêniyên gundên "Hisêniyê, Hetla, Salihiya, Mirat, Tabiya, Xeşam û Mezlûm" ên rojhilatê Firatê koçber dike.

Ev demeke li gundewarên Dêrazorê xwepêşandan ji bo derxistina "Milîsên Îran, hêzên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê" ji Dêrazor û rojhilatê Firatê tên lidarxistin. Xwepêşanderan diyar kirin ku ew ê her în di nava çalakiyan de bin heta daxwazên wan bi cih werin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OUvE49Sns-g" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>