Bav, keç û met mil bi mil di refên şoreşê de

Bav, keç û met di refên şoreşê de diyar dikin ku ew ji bo azadiya hemû pêkhateyan tê dikoşin û bang li her kesî kir ku malbata herî mezin refên şoreşê ye û di rêya şoreşê de bibin heval û hogirên hev.

Bav, keç û met mil bi mil di refên şoreşê de
Bav, keç û met mil bi mil di refên şoreşê de
Bav, keç û met mil bi mil di refên şoreşê de
Bav, keç û met mil bi mil di refên şoreşê de
28 tebax, 2020   06:48
EYN ÎSA

Bi sedan salan e li ser erdê Kurdistanê tundûtûjî, zilm û zoriyeke giran heye û beramberî vê jî di nav rûpelên berxwedana gel de serpêhatiyên destanî deng vedidin. Di rûpelên berxwedanê de qîrîna berxwedana jinan, ciwanan, pîr û kalan û heta zarokan bingehê şoreşê datînin. Êdî ew ruxmî dayik, bav, xwişk û bira û zarokên hev, ew bi ruh û giyanê hevaltiyê tê dikoşin. Ew giyanê xwe bi canbexşane didin di rêya şoreşê de. Ji bo jiyaneke azad her kes bi cangorîyane li ber xwe dide.  

Ew di şoreşê de xwe ji hemû girêdanên takekesî dişon û li ser binemayekê digihêjin hev. Li dijî xwînxwaran û zordestan jiyaneke azad diparêzin.

HEVALTIYA ŞOREŞÊ YA BAV, KEÇ Û METÊ

Ew bi ruhekî hevaltî û bi hesta hevrêtî baz didin hemû qadên şoreşê. Mihyedîn, li Eyn Îsayê li gel keça xwe û xwişka xwe di refên şoreşê de mil bi mil tê dikoşe, ji xwişk û keçê wêdetir ew mîna hevrêyên doza xwe ya pîroz tev digerin. Mihyedîn, piştî berxwedana dîrokî ya li dijî DAIŞ’ê li Kobanê biryara xwe dide ku di refên şoreşê de têkoşîna xwe bidomîne. Mihyedîn, ji bajarê Reqayê ye û piştî dibe şahidê hin zilm û wehşeta giran dibêje divê berxwedaneke mezin pêk were û digihêje wê biryarê ku tu berxwedan bi tena serê xwe naçe serî.      

Mihyedîn, di gelek eniyan de li dijî DAIŞ’ê berxwedanê dike. Niha jî li eniya Eyn Îsayê ber sînga artêşa Tirk û çeteyên wê tê dikoşe. Piştî Mihyedîn beşdarî refên şoreşê dibe keça wî Sara jî berê xwe dide şopa bavê xwe.

‘EM NE TENÊ MALBAT IN, EM HEVRÊYÊN HEV IN’

Sarayê piştî cihê xwe di nav rêzên şoreşê de girt, vê carê xwişka Mihyedîn, yanî meta Sarayê jî milê xwe dide ber milê wan. Sara, ji vir pê de êdî têkiliya xwe li gel bav û meta xwe ne wek têkiliya malbatî lê wek dilsoziya hevrêtiyê dimeşîne. 

Sara dibêje: “Ez êdî bi bav û meta xwe re ne tenê ferdên malbatekê ne, em êdî hevalên hev ên şoreşê ne.” û amaje bi wê çandê dike ku êdî têkiliya wê bi dayik û bav, mal û xaltiyê re ji têkiliyeke malbatî pêvetir e, êdî girêdaneke hevrêtiyê wan bi hev re heye. Sara banga beşdarbûna nav refên şoreşê li her kesî dike û dibêje divê li dijî qandar û xwîndaran em agir û hêza berxwedanê geş û gur bikin. 

‘EM JI BO HEMÛ GELAN TÊ DIKOŞIN’

Mihyedîn behsa mebesta xwe ya beşdarbûna nav refên berxwedanê kir û wiha got: “Ez ne tenê ji bo gelê Kurd beşdarî berxwedanê bûme, ez ji bo azadiya hemû gelan ketime nav refên berxwedanê.”

Mihyedîn bal kişand ser zilm û wehşeta ser herêmê û got ji bo rê li ber komkujiyan bigirin wî xwe daye nav refên şoreşê. Mihyedîn bal kişand ser zilm û qirkirina bi destê dewleta Tirk tê meşandin û wiha axivî: “Dewleta Tirk gelan dikuje. Em di nav eniyê de ji bo ewlehiya gelan pêk bînin, li ber xwe didin.” 

‘ŞOREŞA ROJAVA ÇEMEKÎ BOŞ E Û DIHERIKE’

Cîhana xwişka Mihyedîn jî ev pênc sal e di qadên cuda yên şoreşê de tê dikoşe, diyar kir ku berdêla wê çi be jî bila bibe ew ê hemû gel û pêkhateyan biparêzin û got: “Divê em qîrîna berxwedana xwe bigihînin hev. Divê em dijî zilmê hev bigirin da ku bikarin dewleta Tirk a dagirger ji ser erdê xwe derxin. Heta em xwe bê deng bikin dewleta Tirk a dagirker dê erd û welatê me dagir bike. Ancax bi hevgirtin û tifaqê em bikaribin dagirkeran ji welatê xwe derxin.”

Cîhanê bi bîr xist ku ji bo jiyaneke azad bi hezaran kesî canê xwe daye û wiha axivî: “Me lawên xwe, keçên xwe, dayikên xwe, bavên xwe di ber vê dozê de şehîd dan. Her bihosta axa me bi xwînê hatiye avdan. Ciwanên Ereb ji serê din ê dinyayê hatin û ji bo vê axê mil bi milê ciwanên Kurdan xwîna xwe dan. Lewra jî her aliyek xwe beşek ji şoreşê dibîne û xwedîtiyê lê dike. Şoreşa Rojava robarekî boş ê gelan e û gur û gur diherike. Tu bend û astengî dê nekarin xwe li ber vî çemî bigirin. Tu kes nikare wê rawestîne. Ev şoreş robarek e, dê xwe bigihîne dem û serdeman.”       

(od)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hCK-86TNVic" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>