3 moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin

Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku duh 3 moşek li Herêma Kesk a li Bexdayê ketin. Herêma Kesk parastî ye, ji avahiyên hikumetê û şandeyên biyanî pêk tê.

3 moşek li Herêma Kesk a Bexdayê ketin
28 tebax, 2020   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Çapemeniya Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 moşekên katyûşa li qadeke vala ya li herêma Kesk a Bexdayê ketin. Di encamê de windahî û zirar tune bûn û hate diyarkirin ku moşek ji herêma Bêciyê ya rojavayê paytextê hatine avêtin.

Duh artêşa Iraqê daxuyand ku moşek li taxa Cadiriyê ya nêzî Herêma Kesk ket, lê zêde zirar neda.

Tê zanîn ku Herêma Kesk parastî ye, ji ber navendên hikumetê û balyozxane lê hene, girîngtirîn balyozxane jî ya Amerîkayê ye ku gelek caran bi moşekan hatibû hedefgirtin.

Piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Quds ê Artêşa Pasdaran a Îranê Qasim Suleymanî û endamê fermandariya Desteya Heşd El-Şabî ya Iraqê Ebû Mihdî El-Muhendis êrişên li dijî balyozxaneya Amerîkayê zêde bûn.

Washington berpirsyariya van derban digire ser Hizbullaha Iraqê û komên din ên nêzî Îranê.

Di pêvajoya mehên derbasbûyî de ji ber avêtina moşekan hêzên Amerîkayê ji 8 nuqte û baregehên leşkerî yên li Iraqê vekişiyan.

(eh)