Li Şedadê nivîsgeha çêkirina peymanên zewacê û kartên "jiyana hevbeş" vebû

Li ser daxwaza şêniyên navçeya Şedadê û gundewarên wê ku nasnameyên wan ên malbatî tune ne, Şaredariya Gel ji bo çêkirina peymanên zewacê û jiyana hevbeş nivîsgehek vekir.

Li Şedadê nivîsgeha çêkirina peymanên zewacê û kartên "jiyana hevbeş" vebû
28 tebax, 2020   06:39
HESEKÊ

Ji destpêka 2013`an ve anku ji dema ku çeteyan seweriya navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê kiribû ve, daîreya kar û barên sivîlan ji xizmetê derketiye. Ji ber wê yekê gelek kesên zewicî nikarîn zewaca xwe erê bikin û nasnameyên malbatî bi dest bixin.

Di demên dawîn de daxwazên şêniyan ên derxistina nasnameyên malbatî pir bûn, nexasim ku gelek malbat ji ber tunebûna nasnameyên malbatî nikarin para xwe ji mazotê û xizmetên din bibin.

Li ser daxwaza şêniyan, Meclisa Navçeya Şedadê "Nivîsgeha peymanên zewacê" vekir, ku welatî bi rêya wê nivîsgehê dikarin karta "jiyana hevbeş" bigirin û para xwe ji xizmetên Rêveberiya Xweser pêşkêş dike, bistînin.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel Husam El-Tean destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser girîngiyê dide mafên welatiyan. Li ser wê yekê şaredariya navçeyê nivîsgeheke peymanên zewacê vekir.

El-Tean wiha domand: "Xwediyê kartê dikare para xwe ji madeya mazotê û xizmetên din bigire."

El-Tean daxuyand ku nivîsgeha wan xizmetan pêşkêşî şêniyên zêdetirî 500 gundan dike û destnîşan kir ku ji bo bidestxistina karta "jiyana hevbeş" serlêdana şêniyan pir zêde ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi sedan ciwanê ku di navbera (2013-2020) de zewicî ne, ji ber tunebûna daîreya kar û barên sivîlan zewaca xwe tespît nekiribû û ji mafên xwe yên sivîl pê bar mabûn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0TPwl_Xh6Qs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>