'Tirkiye ji hêza Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan ditirse’

Hevseroka PYD’ê ya herêma Cizîrê Ahîn Elî got: "Dewleta Tirk ditirse dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve, alozî û tevlîheviyên Rojhilata Navîn çareser bike. Tirkiye ji hêza Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan ditirse.”

'Tirkiye ji hêza Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan ditirse’
28 tebax, 2020   05:51
HESEKÊ- COZE ÎBRAHÎM

Rêber Abdullah Ocalan ji roja 15’ê Sibata 1999’an dema ku bi komployek navnetewî hat girtin û teslîmî Tirkiyê kirin heta niha tê tecrîdkirin.

Tişta niha tê kirin ji tecrîdê wêdetir e. Dewleta Tirk wî ji mafên wî yên bingehîn tenduristiyê, hevdîtina wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike. Heman demê de zexta piskolojîk lê dike ji bo wî tasfiye bike.

Hevseroka PYD’ê ya herêma Cizîrê Ahîn Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagerker bi her rêbazên bê exlaqî û ne insanî hewl dide fikr û felsefeta Rêber di hundir girtîgehê de têk bibe.

Ahîn destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de jî bi raman û felsefeya xwe li hember dijminên xwe dudil nebû û wiha got: “Rêber Ocalan gotiğe ‘Min ji Imralî  ku (cihê sirgûn û pişaftinê) bû, dibistanek xweşik ji bo çareserî, sûdwergirtin û rizgariyê çêkir. Ev dibistan ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahî mirovahiyê ye.”

Ahîn gotina xwe wiha domand: “Hikumeta Tirk hizir dikir ku bi girtina Rêber dê raman û felsefeya wî ji holê rabik. Lê belê gel û hemî pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikra Neteweya Demokratîk û bingeha biratiya gelan û hevjiyana hevpar ve girêdayî ne. Dewleta Tirk ditirse dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve, alozî û tevlîheviyên Rojhilata Navîn çareser bike. Tirkiye ji hêza Ocalan a çareserkirina pirsgirêkan ditirse. Lewre ji ber vê yekê tecrîdê giran dike.”

Ahîn xuya kir ku dewleta Tirk li dijî hemû mezheb û pêkhateyan şer dike û wiha pêde çû: “Ji bilî vê ew li Efrînê bi xwezayê re şer dike û avê li ser zêdeyî mîlyonek kes li bajarê Hesekê qut dike û şêniyên ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî  koçber dike û armanca guhartina demografîk dike.”

Ahîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li hemî gelên cîhanê, sazî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez dewleta Tirkiyê li ser binpêkirina mafên jinan û gelên azadîxwaz ku bi hesreta demokrasiyê ne bi dawî bikin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sgsGA2pXQVQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>