Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên dawîn ên vîrusa koronayê eşkere kirin û diyar kir ku 5 kesên din ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 30 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
28 tebax, 2020   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daneyên Koronavîrusê (Covid-19) yên 24 saetên dawîn eşkere kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa piştrast kir ku kesên ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye, li van herêman in;

Qamişlo: 2

Şehba: 1

Dirbêsiyê: 1

Hesekê: 1

Ciwan Mistefa bi bîr xist ku 30 kesên din bi vîrusê ketine, ji van 21 mêr in û 9 jin in. Mistefa da zanîn ku 30 kesên bi vîrusê ketine ji van herêman in:

Hesekê: 9

Qamişlo: 12

Rimêlan: 1

Dêrikê: 2

Tirbespiyê: 4

Dêrazor: 1

Til Temir: 1

Her wiha Ciwan Mistefa got 7 kesên din ên bi vîrusê ketibûn, baş bûne.

Tevî hejmara îro hejmara giştî bû 508, ji wan 33 kesan jiyana xwe ji dest daye û 7 kes jî baş bûne.

)eh)