​​​​​​​Ebû Erac: Bi şer an bêyî şer dê Rûsya û hêzên rejîmê bigihînin rêya M4

Serokê nivîsgeha siyasî ya Artêşa Şoreşgeran (Ceyş Siwar) Ehmed Sultan ku bi navê "Ebû Erac" tê naskirin got: “Pêşketina bûyeran nîşan dide ku Idlib ber bi "dojehê" ve diçe. Hêzên rejîmê û Rûsya bi şer an bêyî şer dê bigihînin rêya M4.”

​​​​​​​Ebû Erac: Bi şer an bêyî şer dê Rûsya û hêzên rejîmê bigihînin rêya M4
28 tebax, 2020   04:15
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Piştî zêdebûna rageşiya li Idlibê û agahiyên li ser nêzîkbûna operasyoneke leşekerî ya hevbeş a hikumeta Sûriyê û Rûsya ji bo jinûve kontrolkirina rêya M4`yê, Ebû Erac pêşketina bûyeran li herêma Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê, ji ANHA`yê re nirxand.

Serokê nivîsgeha siyasî ya Artêşa Şoreşgeran (Ceyş Siwar) Ehmed Sultan ku bi "Ebû Erac" tê naskirin, behsa berdewamkirina dewriyeyên hevbeş ên Tirkiyê-Rûsya li ser rêya navdewletî kir, tevî ku gelek caran ji aliyê çekdaran ve hatin hedefgirtin.

BERIYA SERWERIYA HÊZÊN REJÎMÊ Û RÛSYA LI SER BAŞÛRÊ RÊYA NAVDEWLETÎ, PÊKANÎNA AGIRBESTÊ NE PÊKAN E

Ebû Erac di nirxandina xwe de destnîşan kir ku: "Agirbesta ku 5`ê Adarê hatiye ragihandin, gelek caran ji her du aliyan ve hatiye binpêkirin. Tevî ku siyasetmedaran û artêşa Tirk sozên rawestandina binpêkirinan û vegerandina hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ji piştî Merat Nûman û sînorên peyaman Soçî jî, lê belê li ser erdê tiştekî wiha tune ye."

Ebû Erac wiha lê zêde kir: "Tevî hemû sozên Tirkiyê û fermandarên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê jî ku sozên derewîn in jî, beriya serweriya hêzên rejîmê û Rûsyayê bi temamî li ser başûrê rêya M4`ê, pêkanîna agirbestê ne pêkan e."

Ebû Erac her wiha behsa sewqiyetên Tirkiyê yên li Idlibê kir û destnîşan kir ku bi hezaran panzêr, çek û leşkerên Tirk derbasî Idlibê bûn û hejmara leşkerên li Idlibê têra şerê bi dewletekê re dike.

Lê Ebû Erac dibîne ku erka vê hêzê ne şerê hêzên hikumeta Sûriyê yan komên Îslamî yên li bakur rojavayê Idlibê ye.

Ebû Erac pêşbîn kir ku bi destpêkirina meha Îlonê re rewş zelaltir bibe, ku tê de lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya têkildarî rêya navdewletî bi dawî dibe. Her wiha dibîne ku çi bi şer, çi jî bêyî şerê dê Rûsya û hêzên rejîmê bigihînin rêya M4.

HELWESTA TIRKIYÊ YA LI HEMBERÎ ÊRIŞEKE PÊKAN LI DIJÎ IDLIBÊ ÇI YE?

Ehmed Sultan (Ebû Erac) di nirxandina xwe de behsa sozên arêtşa Tirk a bersivdayîna êrişên ji aliyê hikumeta Sûriyê ve, kir û wiha da zanîn: "Heke operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bê, dê Tirkiyê nikaribe bersivê bide. Ji ber ku em baş dizanin ku odeyeke operasyonan a hevbeş a Tirkiyê-Rûsyayê heye."

Ebû Erac dibîne ku pêşketina bûyberan li Idlibê nîşan dide ku Idlib ber bi "dojehê" ve diçe.

Her wiha hêvî kir ku şerê Sûriyê bi dawî bibe, ji ber ku gelê Sûriyê ji şer bêzar bû û dê bidawîbûna şer birînên gel derman bike.

(cx)

ANHA