​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?

Dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elok li ser bajarê Hesekê qut kiriye. Di ser de jî Koronavîrûs belav dibe. Rêveberiya Xweser hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike. Gelo çareseriyên ji bo derbaskirina rûdana keraseteke mirovî çi ne?

​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
​​​​​​​Gelo çareseriyên rêgirtina li pêşiya rûdana kerasteke mirovî çi ne?
28 tebax, 2020   00:32
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker di 9`ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kirin û dagir kirin. Stasyona Elok a ku av dida bajarê Hesekê û navçeyên wê jî li herêma Serêkaniyê bû.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve, artêşa Tirk a dagirker 8 caran ava stasyona Elok qut kir û zêdetirî milyonek kes bê av hişt. Herî dawî beriya 20 rojan ava stasyonê careke din qut kir. Ev jî îşaret bi rûdana kerasteke mirovî dike.

Rêveberiya Xweser di gelek boneyan de hişyarî da ku ji ber qutbûna avê li ser bajêr û navçeyên wê yên ku tê de sê kamp hene; Hol, Arîşe û Weşûkanî, dê kerasteke mirovî rû bide.

Şêniyên bajêr û gundewar dibêjin ku qutkirina avê rêbazek şerê ku li dijî gelê herêmê dimeşîne ye. Her wiha îşaret bi xemsariya rêxistinên navdewletî dikin.

Ebdulrezaq Mihemed şêniyek ji bajarê Hesekê ye. Mihemed got: “Bêparhiştina zêdetirî milyonek kesî ji avê cureyek şer e. Artêşa Tirk a dagirker bi vê kiryara xwe şerê gelê herêmê dike. Hewl dide fîtneyên di navbera pêkhateyan de derxe û aramiya herêmê têk bibe. Da ku projeya xwe ya dagirkirina herêmê temam bike.”

Gelek alî û rêxistinên mirovî mudexele kirin da ku stasyona Elok careke din bidin xebitandin, di nav de Rûsya, ji ber ku misogerkera lihevkirinên di navbera aliyê Tirk û Hêzên Sûriya Demokratîk de ye. Lê ev hewldan hemû binketin ji ber ku helwesta wê di vê mijarê de ne cidî bû.

Ebdulrezaq Mihemed rêxistinên navdewletî rexne kir û got: “Mixabin rêxistinên mirovî û yên navdelwetî ku banga mafên mirovan dikin, erka xwe mîna ku îdia dikin, naynin cih.”

CIVÎNÊN BI ALIYÊN TÊKILDAR RE Û ÎNSIYATÎFÊN QSD`Ê JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ

Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê ya ku dê bibe sedema rûdana keraseteke mirovî li gel belavbûna Koronavîrusê, civînan bi Xaça Sor a navdewletî, UNICEF û Neteweyên Yekbûyî re li dar dixe da ku mudexele bikin û artêşa Tirk a dagirker neçar bikin ku careke din stasyona Elok bide xebitandin.

Her wiha ji bo çareserkirina vê aloziyê, QSD`ê însiyatîfek pêşkêş kir û tevahiya amûrên xwe ji navendên leşkerî yên li gelek herêman kişand û kir bin xizmeta şaredariyên gel ên bajarê Hesekê da ku av bigihêje şêniyan.

Di vî warî de Ebdulrezaq Mihemed bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser li gelek herêman avê bi rêya komînan li şêniyan belav dike û wiha domand: “Lê ji ber ku hejmara sahrîcan kêm e û zext li ser rêveberiyê mezin e, ev mekanîzme ne li gorî tê xwestin, tê meşandin. Qutkirina avê li ser şêniyan bi awayekî neyînî bandor li şêniyan kir bi taybet di havînê de û li gel bilindbûna pileyên germahiyê.”

STASYONA HIME ÇARESERIYEK LEZGÎN E

Ji bilî hewldan û însyatîfên ku li jor hatine bibîrxistin, Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê hewl dide çareseriyên lezgîn peyda bike da ku vê pirsgirêkê çareser bike. Ji ber wê stasyona Hime ya ku bi 11 km li rojavayê bajarê Hesekê ye, wek çareseriyek bedîl ji bo sivikkirina azarên şêniyan dît.

Di stasyonê de 50 bîr bi berhemdariya 30 hezar metrekabik hene. Gerînendeyê destnîşan kir ku stasyon pêwîstiya şêniyan ji avê bi temamî peyda nake tenê dê avê bi rêjeya ji sedî 50 peyda bike.

Ebdulrezaq Mihemed da zanîn ku ava ku beriya du rojan ji stasyona Hime berdane taxên rojhilatê Hesekê ji vexwarinê re baş e.

Şêniya ji pêkhateya Ereb Enûd Îbrahîm behsa azarên xwe ji ber qutbûna avê kir û got: “Ji 4 mehan ve xezanê me bi temamî tijî nebûye. Zehmetiyên me bi havînê re zêde bûn. Em neçar dimînin ku her hefteyekê 5 bermîl av bi 10 hezar lîreyên Sûriyê bikirin. Ev jî ji bo me gelek biha ye.”

Li gorî gelek hiqûqnasan û şopdarên rewşa Sûriyê qutkirina artêşa Tirk a dagirker avê li ser zêdetirî milyon kesî, li dijî qanûn û pîvanên navdewletî ye û rave kirin ku nabe jêderên xwezayî di şer û nakokiyan de werin bikaranîn.

Mehe Şabo şêniyek ji pêkhateya Suryan e, bal kişand ser ku pêkhateyên bajêr di vê demê de ji ber kirîna avê ji xwediyên sahrîcan zehmetiyan dikişînin, ji ber ku ew keysbaziyê dikin.

Şêniyan li hev kir ku li gel lawaztiya çavdêriya Şaxê Zimhêrê ya kantona Hesekê, xwediyên sahrîcan keysbaziyê dikin û rewşa heyî bi kar tînin da ku avê biha bifroşin wan.

Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got bajarê Hesekê û gundewarê wê ji ber qutkirina avê, bi rûdana keraseteke mirovî re rû bi rû mane û wiha pê de çû: “Av ji 26 rojan ve negihiştiye hinek taxan. Em rewşa awarte radigihînin û bang li tevahiya kantonan dikin ku alîkariya şêniyan bikin û sahrîcên avê ji wan re rêbikin.”

Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê odeya rewşên awarte ku ji nûnera gerînedeyê, meclisê û komînan pêk tên ava kir, da ku asta kirîza avê kêm bike û mekanîzmeya belavkirina avê li ser şêniyan di nav taxan de bişopîne.

Berpirsên projeya Hime ya ku kete meriyetê, av hilmijî taxên rojhilatê bajêr kir, Sozdar Ehmed dibîne ku miqdara avê ya bîrên stasyonê kêm e û têra tevahiya taxan nake. Lê belê dê li gorî pergala beşî were dayîn.

Piştî tecrubeya yekemîn, Gerînendeya Avê niha xezanên avê careke din tijî dike da ku bide taxên din. Tijîkirina xezanan 3 rojan berdewam dike Sozdar Ehmed di vî warî de dibêje: “Piştî ku av bigihêje tevahiya taxan, dê mekanîzmeyeke nû ya belavkirinê were danîn.”

Beriya çend rojan şandeyek rêxistina UNICEF`ê serdana stasyona Himê kir da ku piştrast bibe ku ava stasyona Elok digihêje bajarê Hesekê yan na. Lê di serdanê de teqez bûn ku ava stasyona Elok heta niha negihaştiye bajêr.

PROJEYEK STRATEJÎK JI BO ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA AVÊ DÊ BI DESTPÊKA SALA NÛ RE BI DAWÎ BIBE

Sozdar di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku şandeya UNICEF`ê soz daye ku dê mudexele bike û bi aliyê Tirk re peywendiyê deyne da ku avê bide bajêr û ev tişt bi lêv kir: “Em hewl didin bîrên din li herêmên din ên Hesekê bikolin. Me projeyek stratejîk daniye da ku vê pirsgirêkê çareser bikin, dê bi destpêka sala nû re biqede.”

Sozdar Ehmed di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker a ku têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û koçberkirina şêniyan armanc dike, bisekinin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî, Xaça Sor û NY`î kir ku mudexele bikin da ku ava stasyona Elok careke din bigihêje bajêr.

GERÊN ŞAXÊ ZIMHÊRÊ LI SER JÊDERÊN AVÊ

Bi rêya telefonê hevserokê Şaxê Zimhêrê ya kantona Hesekê Basil Emîn ragihand ku ji bo şopandina belavkirina avê bi rêya sahrîcan, wan hemleyeleke şopandinê destpê kiriye, di vê çarçoveyê de buhaya her bermîlek av bi 500 lîreyên Sûriyê hate diyarkirin. Xwediyên sahrîcan ên ku av biha difrotin şêniyan, hatin muxelefekirin.

Emîn balkişand ser ku şaxê 3 komên ku her yek ji 4 endama pêk tên ava kirin. Ew her sibeh saet ji 8:00`an heta saet 2:00`an piştî nîvro li ser xwediyên sahrîcan digerin. Her wiha komek taybet a rewşên awarte heye.

Emîn di nav gotinên xwe de bang li şêniyan kir ku bi wan re alîkar bin û agahî bidin wan, da ku karibin keysbaziya xwediyên sahrîcan sînordar bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wqAlQC_cvuY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>