"Şam a nû"…Kombûneke aborî ye ku pêvajoyeke siyasî ya nû ava dike

Nîşaneyên avakirina  hevbendiyeke Erebî dixuye ku di nava xwe de nîşaneyên destpêkirina pêvajoyeke siyasî nû dide der. Ev hevbendî xwe dispêre kombûneke di aliyê mirovî de ji hêla Misirê ve, kombûna petrolê ji aliyê Iraqê ve. Pêwistiya van kombûnan bi girêdaneke di navbera herdu welatan de heye. Urdin paytexa koordîneyê bû. Her wiha ev hevbendî nameyên bi fikar ji bo Tirkiyê û Îran e, ku jê re gotin "Projeya Şam a Nû". Gelo ev çi proje ye?

"Şam a nû"…Kombûneke aborî ye ku pêvajoyeke siyasî ya nû ava dike
27 tebax, 2020   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN- YEHYA HEBÎB

"Projeya Şam a Nû" destpêkê serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder El-Ebadî pêşkêş kiribû, piştre serokê hikumeta heyî Mistefa Kazimî dîsa pêşkêş kir. Mijara vê projeyê lihevkirinên aborî di navbera Iraq, Misir û Urdinê pêk werin. Di Adara 2019'an de hersê welatan li Qahîreyê ev proje ragihndibûn.

Projeya Erebî ya behsa mijarê, ya yekemîn e ku armanc dike hersê welatên beşdar (Misir, Urdin û Iraqê) bi hev ve girê bide û heta astekê dişbihe sîstema Yekitiya Ewropa.

Proje di navbera Misir a ku bloka mirovî ye, Iraq jî wekî bloka petrolê armanc dike, Urdin jî wekî girêdana di navbera herdu welatan de dê sûdê ji projeyê bigire.

Li gorî vê projeyê xeteke petrolê ji Besra ya Iraqê bighêje Perava Eqeba ya Urdin heta Misirê . Hersê welat dê petrol Iraqê bistînin, li beramberî wê dê Iraq kehrebeyê ji Misir û Urdinê bigire.

Hevbendî an kombûna bi navê "Projeya Şam a Nû" ye. Lê navê paytexa Sûriyê Şam ne di anv de ye. Hersê welatên hevgirtinê hewl didin Erebistana Siûdî jî beşdarî projeyê bikin.

Ev hevbendî, bi projeyeke aborî dest pê dike û di nav xwe de nîşaneyên pêvajoyeke siyasî nûjen hildigire. Di demekê de ku rageşî û hêrsa Erebî ya li hemberî destwerdanên Tirkiyê û Îranê yên li karûbarên welatên Erebî zêde dibe ev proje ket rojevê.

Alozî û nakokiyên Misir û Tirkiyê yên derbarê Lîbya û rojhilata Deryaya Spî de zêde dibin. Qahîre hewl dide bi rêya peymanên bi gelek welatan re, di serî de Yewnanistanê li hemberî tevgerê Tirkiyê bisekine.  Dewletên Ewropa, bi taybet Fransayê destekê didin tevgera Misirê yên li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirk.

Li aliyekî din, nakokiyên DYA û Îranê li herêmê zêde dibin, bi taybet li Iraqê. Washington û Îsraîlê hewl didin hêzên Îranê ji herêmê derxînin.

Hemwextî hewldanên DYA'yê yên pêkanîna peymanan di navbera Îsraîl û welatên Erebî de ku bi Îmaratê destpê kir, kombûna sêalî pêk hat.

Derbarê mijarê de şîrovekarê siyasî yê Iraqî Kîtab El-Meyzan ji ANHA'yê re aixvî. El-Meyzan got: "Tevgera Misirî-Iraqî- Urdinî gelekî cidî ye, nemaze ku hersê dewleta hewcedarî tevkariyeke ewlehî û aborî ne."

Têkildarî projeya Şam a Nû, El-Meyzan ev tişt anî ziman:"Projeya Şam a nû gelekî girîng e, xwe dispêre du xalên sereke, ku Misir kutleya mirovî temsîl dike, Iraq ya petrolê jî temsîl dike. Projeya ku pêşî serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmihdî da destpêkirin ji bo herêmê gelek girîng e. Ev proje ji bo ku îstîsmar, hevkartiya Misir û Iraqê xurt bike, her wiha dê şansê destekdayîna Yekitiya Ewropayê bigire. Di encamê de ev proje xaleke nû ya veguhertînê di warê tevkariyê de ye."

'IRAQ VEDIGERE HEMBÊZA EREBÎ'

Derbarê erga ku tevgera sêalî hevbendiyeke nû li herêmê ava bike, El-Meyzan wiha got:  "Ev proje ne hevbendiyeke sêalî ye û ji tevgereke nû ava nake. Misir, Iraq û Urdin di xetekê de ne û di xendeqekê de ku Ereb in. Tişta ku çêdibe, Iraq ji nû ve vegere hembêza erebî."

Li ser pirsa ku ev tevger li hemberî Tirkiyê û Îranê ne, şîrovekarê siyasî yê Iraqê diyar kir "Helbet herêm îro di xeteriyeke gelekî mezin re derbas dibe, yek wîlatyeke feqîh a Îran û ya din xeteriya Tirkiyê ye ya ku li gelek dewletên Erebî di nav de Lîbya, Yemen û Iraqê de tev digere. Ev hevbendî dê destwerdanên Îran û Tirkiyê bi sînor bike û lawaz bike."

'KAZIM DI LAWAZKIRINA ÎRAN DE CIDÎ YE'

Girêdayî nermbûna Kazimî di mijara destwerdana mezin a hêzên Îranê Iraqê de, Kîtab El-Meyzan wiha pê de çû: "Piştî diruşmeyên  ku banga derketina Îran ji Iraqê dikir, Kazimî bû serokwezîr. Helbet ev yek ji bo Îran û hêzên wê yên li Iraqê çavkaniya fikran e.

Yên ku tevgerên Kazimî bişopîne wê nas bike ku Mistefa Kazimî di lawazkirina hêzên Îranê yên li Iraqê de cidî ye, lê pêwîstiya wî bi desteka navdewletî û tevkariya hundirîn heye."

'ROLA DYA û ROJAVAYÎ MEZIN E'

Şîrovekarê siyasî yê Iraqê Kîtab El-Meyzan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola Amerîka û welatên rojavayî di avakirina vê kombûnê de û ev tişt got:"Rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û welatên rojavayî di avakrinia vê hevbendiya sêalî de mezin e, bi taybet civîna yekemîn piştî serdana Kazimî ji bo Amerîkayê pêk hat."

ANHA