Parlementoya Yewnanistanê lihevkirina bi Misirê re pejirand

Parlementoya Yewnanistanê, peymana li gel Misirê ya têkildarî Rojhilatê Deryaya Spî ku dewleta Tirk bi provakasyonan alozî lê derxistî, pejirand.

Parlementoya Yewnanistanê lihevkirina bi Misirê re pejirand
27 tebax, 2020   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hilbijartina li parlementoyê hate kirin de, lihevkirina di navbera Yewnanistan û Misirê de ya derbarê parvekirinên jêderên binerdî yên li Derya Spî hatin pejirandin. Li parlementoya 300 endam, bi 178 deng peyman hate erêkirin.

Bi vî şêweyî herdu welatan li ser karkirin û derxistina petrolê û gaza xwezayî ya li Rojhilatê Derya Spî lihevkirin.

Ev lihevkirin di pêvajoyek wisa de hat ku dewleta Tirk li Derya Spî di faîletên lêgerîna petrol û gaza xwezayî ya ji derveyî zagûnên navnetewî de dikir. Li aliyê din li gel tetbîkata leşkerî ya Tirkiyê bi DYA’yê û li gel wê jî tetbîqata ku dewletên weke Yewnanîstan, Îtalya, Fransa û Qibris wê heyanî sibe bidome.

Ev peyman di demekê de ku dewleta Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî li Deryaya Spî xebatên lêgerîna gaza xwezayî û petrolê zêdekir û dîsa pêvajoyeke li pey provakasyonên leşkerî çûyînê pêk hat. Li gel tatbîqata leşkerî ya Tirkiye li gel DYA’yê ya li herêmê tatbîkata leşkerî ya Yewnanistan, Îtalya, Fransa û Qibrisê sibe jî bidome.