‘Nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek’

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo hêvî kirin ku hêz û partiyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek.

‘Nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek’
28 tebax, 2020   02:38
QAMIŞLO- KADAR ÎBRAHÎM

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo  tekez kirin ku divê partiyên Kurdî di zûtirîn dem de refên xwe bikin yek û bigihînin lihevkirineke siyasî, da ku pêşî li êrişên Tirkiyê yên li dijî xaka Kurdistanê bê girtin.

Artêşa Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurd, bi dijwarî êrişî gelek herêmên Kurdistanê kir. Ji beriya du mehan ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybetî li herêma Heftenînê êrişên dijwar pêk tên. Li hemberî êrişan Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwedaneke bêhempa dimeşînin.Ta niha hêzên herêmî û navnetewî li hemberî êrişan bêdeng in.

Her wiha ji 21`ê Çileya 2018`an de artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dagirkeriya Tirk tevî çeteyên xwe bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.

Bavê şehîd Murşid ku 2013`an li herêma Xeznê ya girêdayî Tirbespiyê şehîd bûbû, Ebdulhelîm Ehemd Hesen bang li partiyên Kurdî ku bigihînin nêrîneke siyasî ya hevbeş a li gorî xeyalên gelê Kurd ku ji beriya bi dehan salan ve ji bo azadiya xwe û projeya demokratîk têdikoşe û di oxira wê de bi hezaran şehîd da.

Ehmed Hesen diyar kir ku ji beriya bi sedan salan ve gelê Kurdî rastî zilmê tê û îro ji bo azadiya xwe têkdikoşe û wiha got: "Ji lewra divê partiyên siyasî û hêzên Kurdî bibin yek û bigihînin nêrîneke siyasî ya hevbeş da ku sînorekî ji çavnebariyên Tirkiyê re deynin û hêzên navnetewî mafên rewa yên gelê Kurd bipejrînin."

Ji êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Cotmeha 2019`an de, hewldanên nêrînên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Lê belê hin partî ji ber berjewendiyên xwe yên teng pêkanîna yekitiyê dereng dixin. Çavdêr dibînin ku biryarên wan aliyan girêdayî hin hêzên derve ne.

Ebdulrehman Hac Hesen ku birayê şehîd Selman e ku sala 1993`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, piştrast kir ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de fedekariyan dide û serkeftinên leşkerî bi dest dixe. Hac Hesen wiha dewam kir: "Lê belê dewletên dagirkerên Kurdistanê bi rêya sîxur û ajanan wan şoreşan têk dibe. Lewra divê hêzên Kurdî ji dîrokê tecrûbeyan bigirin û hevkariyê bi dagirkeran re nekin."

Hac Hesen her wiha bang li partiyên Kurdî kir ku dev ji siyaseta partiyetî ya teng berdin û armancên şehîdan pêk bînin û wiha got: "Her maleke Kurdistanî xwedî şehîd e. Hin malbatan jî 4 zarokên xwe dane û ji bo axa welêt amade ne ku hîna şehîdan bidin. Ji ber wê yekê divê partiyên siyasî ji bo pêkanîna xeyalên gelê Kurd refên xwe bikin yek."

Heyat Silêman ku dayika şehîd Nûbar ku sala 1996`an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û dayika şehîd Lewend e ku sala 2013`an li herêma Mezlûme şehîd bûbû û xwişka şehîd Xalid e, wiha dibêje: "Ji bo pêkanîna armancên gelê Kurd, me tiştê herî biha feda kir. Em îro hêvî dikin ku partî û hêzên siyasî yên Kurdî nakokiyên xwe deynin aliyekî û bibin yek."

Heyat piştrast kir ku bi yekitiyê dê bersiva êrişên Tirkiyê li dijî destkeftiyên kurdan bê dayîn û xeyalên gelê Kurd bên pêkanîn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/18_cgmGeJPU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>