Şaredariya Kobanê projeya berfirehkirina rêyan pejirand

Şaredariya Gel a kantona  Kobanê duh projeyek ji bo berfirehkirina rêyên sereke yên kantonê ragihand.

Şaredariya Kobanê projeya berfirehkirina rêyan pejirand
27 tebax, 2020   18:34
KOBANÊ

Şaredariya Gel a kantona Kobanê di 29'ê Hezîrana 2020'an projeyek ji bo berfirehkirina berê rêyên sereke yên kantonê ragihandibû. Proje ji aliyê Desteya Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya herêma Firatê hate pejirandin.

Piştî demekê ku şaredariyê dest bi ziftkirin û sererastkirina rêyan kiribû  biryara berfirehkirina rêyan hate girtin.

Riyên ku wê bên berfirehkirin ev in: " Kobanê-Sirîn, ev rê wê bi 40 metreyan were berfirehkirin. Rêyên  din ên ku Kobanê bi Çelebiyê, Girê Spî, Qenaya, Şêgler û Hilinc (Rêya Qişlê) heya Rudko(M4) tên girêdan dê bi 30 metreyan werin berfirehkirin."

Her wiha biryara der barê projeya firehkirina rêyan de ku dê di pêşerojeke nêz de were bicîh kirin û ji hêla van şaredariyan ve hate pejirandin: "Kobanê - Qenayê - Bender - Sirîn - Belek - Til Xezal - Çelebiyê - Şêran - Taşluk".