SOHR: Li bejahiya Dêrazorê di navbera DAIŞ û hêzên hikumetê de şer qewimî

SOHR, ragihand ku li bejahiya Sûriyê şerekî dijwar di navbera  hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê de rû da. SOHR, diyar kir li bejahiya Meyadîn jî ji komeke girêdayî hêzên hikumetê peywend qut bû.

SOHR: Li bejahiya Dêrazorê di navbera DAIŞ û hêzên hikumetê de şer qewimî
27 tebax, 2020   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) şerê di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Sûriyê de yên li bejahiya gundewarê rojavayê Dêrazorê şopand.

SOHR, ragihand ku  li herêma şer  peywendî bi komeke girêdayî  "Dîfa Wetanî" di nav de fermandarek hebû, qut bû û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî SOHR, endamên hêzên "Lîwa El-Qudis El-Filistînî" û hêzên "Dîfa Wetanî" beriya ku peywendiyê bi komê re winda bike, îro çûn herêma Ciwêf a bejahiya Meyadîn da ku operasyona paqijkirinê pêk bînin.

Derbarê mijarê de, hêzên hikumetê bi dehan alavên leşkerî û endamên xwe şandin herêmê da ku li koma windayî bigire.