​​​​​​​Rayedarekî DYA'yê nerazîbûnê nîşanî îtîlafê da: Çima li şûna Şamê hûn diçin Hesekê?

Hate ragihandin ku nûnerê wezareta derve ya DYA'yê yê taybet ji bo Sûriyê Joel Rayburn nerazîbûn nîşanî îtîlfa Sûriyê ya girêdayê dewleta Tirk  da, ji ber ku dijminahiya QSD'ê dikin. Rayburn got, welatê wê di pêşxistina aboriya herêmên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin de bi îsrar e.

​​​​​​​Rayedarekî DYA'yê nerazîbûnê nîşanî îtîlafê da: Çima li şûna Şamê hûn diçin Hesekê?
27 tebax, 2020   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayên nêzî îtîlafa Sûriyê, nûnerê wezareta derve ya DYA'yê yê taybet ji bo Sûriyê Joel Rayburn, di nîqaşên bi endamên "Îtîlafê" re pênus şikand.

Li gorî çavkaniyan, li ser pirsa şandeya "Îtîlafê" ya derbarê peymanên petrolê de yên ku Amerîkayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re îmze kirine, Rayburn got: "Hûn ji rejîmê bêtir dijminahiya QSD'ê dikin" û pênûs şikand.

Nîqaşên şandeya "Îtîlafê" Rayburn bi hers kir û "Îtîlaf wekî "Dûrketina ji armancê ku Sûrî ji bo şoreşê derketibûn" bi nav kir.

Endamên "Îtîlafê" hewl dan gotinên xwe rast bikin ku armanca wan bighêjin Şamê, lê Rayburn pirs îtîraz kir û got: "Lê çima hûn ber bi Hesekê ve diçin?"

Piştî hevdîtinê, Rayburn di kongreyeyek çapemeniyê de, "Belavbûna opozisyona Sûriyê" şeremzar kir û li ser pirsa çarenûsa herêmên rojhilat û girtiyan û pirsgirêka avê li Hesekê got: "Nabe em mijarên girêdayî herêmên rojhilat nîqaş bikin."

Rayburn destnîşan kir ku hikumeta welatî wê di pêşxistina aboriya herêmên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin de bi îsrar e.