Li herêma Xelda ya Lubnanê şer derket: 2 kes mirin, 3 birîndar bûn

Di şerê navbera çekdarên Hizbullah û niştecihên herêma Xelda ya Beyrûtê de 2 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Li herêma Xelda ya Lubnanê şer derket: 2 kes mirin, 3 birîndar bûn
27 tebax, 2020   20:01
BEYRÛT

Li herêma Xelda ya Beyrûtê, bi sedema bilindkirina alên partiyan û sembolên  olî, şer di navbera koma "Ereb Xelda" û çekdarên Hizbullah de derket. Di şer de topên B7 hetin avêtin.

Di encamê şer de du kes hatin kuştin, yek ji Sûriyê ye û yekî din 14 salî bû û 3 kes jî birîndar bûn. Di nav de rewşên xeter hene.

Hezbullah û hevalbendê wê Tevgera Emel beşdarbûna xwe di şerê li herêma Xeldayê de derewand. Şêniyên herêmê jî diyar kir ku endamên Hizbullah gula avêtin û êriş şêniyan kirin.

Li aliyekî din jî eşîreyên Ereb ên herêma Xeldayê bang li artêşa Lubnanê kir ku ji bo parastina şêniyan destwerdanê bike.

Artêşa Lubnanê ragihand ku wê teqwiya şandeya herêmê da ku rewşê kontrol bike û kesên tevliheviyê derdixin bigirin.