Civînên komîteya destûrê berdewam dikin

Nûnerê NY'yê yê taybet ji bo Sûriyê Sûriyê Geir Pederson ragihand ku civînên komîteya destûrê îro piştî nîvro dewam dikin.

Civînên komîteya destûrê berdewam dikin
27 tebax, 2020   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Pederson îro bi dauxyaniyekê got: "Piştî testa tenduristiyê û şîretên tenduristiyê yên girêdayî 4 testên posîtîv yên berê yên Koronavîrusê, navendên tenduristiyê yên herêmî nivîsgeha şandeyê taybet ê NY`yî agahdar kir ku dibe tora sêyemîn a komîteya destûrê dan û standinên xwe dewam bike lê belê divê pîvanên dûrbûnê di ber çav re bên derbaskirin û tedbîrên pêwîst bên girtin."

Pederson wiha lê zêde kir: "Piştî şêwira bi serokên beşdar û endamên komîteyê re, dê civîn îro li koşka Neteweyên Yekbûyî ya li Cinêvê di saetên piştî nîvro de dewam bikin."

NY`yî duşema borî diyar kiribû ku ber ku hin endamên beşdarî komîteyê bûne bi Koronavîrusê ketine, dê civînên komîteya destûrê yên li Cinêvê bên taloqkirin.

Tora sêyemîn a civînên komîteya destûrê bi beşdariya hikumeta Sûriyê û opozisyona girêdayî Tirkiyê û dûrxistina hêzên rasteqîn ên li ser erdê, li Cinêvê tê lidarxistin. Beriya destpêkirina rûniştinê Pederson gotibû: "Hêviyên mezin ji van dan û standinan nekin."