Li Helebê amadekariyên sala xwendinê ya nû

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê, ji bo amadekirina kadroyên perwerdeyê û dabînkirina pêdîviyên wan dixebite. Di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê de hewl dide du dibistanan veke da ku xwendekaran dabeş bike.

 Li Helebê amadekariyên sala xwendinê ya nû
 Li Helebê amadekariyên sala xwendinê ya nû
 Li Helebê amadekariyên sala xwendinê ya nû
 Li Helebê amadekariyên sala xwendinê ya nû
27 tebax, 2020   08:14
HELEB- MIHEMED EBDO

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê hewl dide hemû pêdiviyên pêwîst ji bo meşandina xebatên perwerdeyê peyda bike.

Rêvebera Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk  Fatme Koşan destnîşan kir ku wan komek tedbîr ji bo pirsgirêkên sala borî neyên dubarekirin, girtine û her wiha rewşa îsal jî di ber çavan re derbas dikin.

Fatmê der barê mijara hejmara mezin a xwendekaran li dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ku hatine tomarkirin, got: “Zêdetirî 15 hezar û 500 xwendekar hene. Dê dibistanên seretayî, navîn û amadehî werin vekirin.”

Hejmara giştî ya dibistanên ku dê bikevin xizmetê 12 dibistan in, piraniya wan li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd in.

Di heman demê de, di nav wan dibistanan de Dibistana Şehîd Qehreman a fêrkirina zimanê kurdî jî heye. Piştî ku dibistan deriyên xwe ji xwendekarên asta navîn re di sala borî de vekirin, îsal amadekariyên pêşwazîkirina xwendekarên asta amadehiyê tê kirin.

 XWEPARASTINA JI KORONAVÎRUSÊ

Di çarçoveya girtina tedbîrên xweparastina ji Koronavîrusê de û ji bo parastina xwendekaran ji metirsiya belavbûna vîrusê, komîteyê du dibistanên nû vekirin da ku hejmara xwendekaran di fêrgehê de kêm bibe.

Li gel hejmarên mezin ên xwendekaran û ji bo pêkanîna rêgezên xweparastinê ji Koronavîrusê, komîteyê dest bi restorekirina du dibistanên ku di êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûdê de wêran bûne, kir. Li gorî komîteya berpirsê restorekirinê, xebatên restorekirinê dê beriya destpêkirina sala xwendinê ya nû bi dawî bibin.

Wekî din, kadroyên bijîşkî dê werin wezîfedarkirin ku li dibistanan bixebitin da ku rewşa xwendekaran ji nêz ve bişopînin û heke daxwaz hebe, şîret û alîkariya tenduristî pêşkêşî wan bikin.

BIKARANÎNA BAŞ A DEMA GIRTINA DIBISTANAN

Fatme Koşan destnîşan kir ku wan sala borî ji girtina dibistanan a zû, sûd girtine ji ber ku wan di wê demê de dest bi perwerdekirina kadroyên perwerdeyê kirine û got: “Perwerde ji bo bilindkirina asta mamosteyan e. Her yek li gorî beşa xwe ye. Her wiha waneyên dersdayînê bi rêbazên hêsan hatin dayîn.”

Fatmê li dawiya gotina xwe de hêvî kir ku tedbîrên ku hatine girtin pirsgirêkên salên berê derbas bikin û perwerdeyê bi pêş bixin.

Tê zanîn ku gelek dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di encama êrişên hovane yên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de di salên 2013 û 2016`an de wêran bûne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jzwvL7ogf_s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>