Mijarên rojnameyên erebî – 27 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê aloziya li rojhilatê Deryaya Spî, aloziya Lubnanê û rewşa Lîbyayê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 27 Tebax
27 tebax, 2020   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: LI HEMBER TEVGERA TIRKIYÊ EWROPA LI DERYAYA SPÎ PERWERDEYA LIŞKERÎ PÊK TÎNE

Rojnameyê wıha nivîsî: "Çar dewletên endamên Yekitiya Ewropayê, Yewnanistan, Fransa, Îtalya û Qibrisê, roja çarşemê perwerdeyên leşkerî yên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî dest pê kirin, ku di demên dawî de alozî li wir mezin bûye. Der barê destnîşankirina sînorên deryayî di navbera Enqere û Atînayê de, lê Enqere jî her rewşê aloz dike û dibêje "Ew ê li herêmê paşde venegere."

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kiriye ku hêzên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî belav bikin, di çarçoveya lihevhtina çaralî (SQAD), wezaretê diyar kir ku ev lihevhatina çaralî "Dê hebûna leşkerî ya asmanî li herêmê bi hêz bike".

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kiriye ku li rojhilatê Deryaya Spî hêzên leşkerî bi cih bikin, di pêngava yekem a vê projeyê de dê hêzên deryayî û asmanî yên van çar dewletan li başûrê Deryaya Spî bi cih bibin. Wezaretê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev perwerde dide diyarkirin ku "Dewletên Ewropayê paybendî pêkanîna zagonên deryayan in"

Her wiha da zanîn ku "pêvajoya dîplomatîk dê her bimîne rêya baştir ya çareserkirina pirsgirêkên dualî û yên li ser asta Ewropa jî, diyalog dikare aloziya li herêmê kêm bike".

ŞERQ EL-EWSAT: MACRON ROJA DUŞEMÊ DÊ LI LUBNANÊ BE JI BO PITŞGIRIYA AVAKIRINA HIKUMETÊ

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron biryara xwe da ku roja duşemê li Beyrûtê be da ku piştgiriya avakirina hikumeta Lubnanê bike. Li aliyekî din serok Mîşel Ewn ta niha ji bo parlemanê mijara erkdarkirina serokê hikûmetê tu dem nîşan nedaye.

Li gorî çavkaniyeke li Elysee, Macron, yê ku piştî teqîna 4`ê Tebaxê çûbû Lubnanê, dê êvara duşemê bigihêje Beyrûtê, roja sêşemê jî dê beşdarî şahiya sedsaliya "Lubnana Mezin" bibe, paşê jî dê bi rayedar û siyasetmedaran re bicive.

EL-BEYAN: TEVGERA TERABLUSÊ WÎFAQÊ DORPÊÇ DIKE; YAN ÎSTIFA YAN SERHILDAN

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: "Protestoyên li paytext Terablusê û bajarên rojavayê Lîbyayê dewam dikin, ku welatî ji bo daxwazên jiyanî daketin kolanan, lê ji ber destwerdana tund a hikumeta Wîfaqê bi serokatiya Fayiz El-Serac, asta daxwazên xwepêşandêran bilind bû û êdî doza hilweşandina hikumetê dikin. Xwepêşandan duh sibehê gihiştibûn ber deriya mala El-Serav bixwe, hijmara kesên ku tevlî bûn jî zêde bû, gelek parêzer û rojnamevan jî tev lê bûn."