Dewriyeya Rûsya û dewleta Tirk li rojavayê Kobanê dest pê kir

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk a dagirker dest bi dewriyeyeke hevbeş li rojavayê bajarê Kobanê li sînorên Sûriyê û Tirkiyê kir.

Dewriyeya Rûsya û dewleta Tirk li rojavayê Kobanê dest pê kir
27 tebax, 2020   08:43
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dewriye beriya çend kêliyan ji gundê Aşme li rojavayê Kobanê dest pê kir. Tê payîn ku dewriye li gundên Zormixar, Dikmedaş, Xurxurî, Boban, Seftik û gelek gundên din ên li ser vê rêyê bigere, piştre vegere nuqteya destpêkê û bi dawî bibe.

Dewriye ji 8 panzêrên Rûsyayê û dewleta Tirk û 2 hîlokopterên Rûsyayê pêk tê.

Ev dewriye di çarçoveya pêkanîna lihevkirina Soçiyê de ya di navbera her du serokan Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyîp Erdogan de di 22`yê Cotmeha 2019`an de hatibû îmzekirin, tê meşandin.

Li gorî lihevkirinê, Hêzên Sûriya Demokratîk bi 30 km ji sînorên Sûriyê û Tirkiyê paşde vedikişin û li ser sînor bi kûrahiya ku 9 km derbas neke, dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê tên meşandin.

Ji girîngtirîn bendên lihevkirinê, rawestandina tevahiya êrişan li dijî herêmê ye. Lê aliyê dewleta Tirk ji wê demê ve lihevkirinê binpê dike û topbaranê û bi firokeyan êrişî herêmê dike. Di encama wan êrişan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk lihevkirin pêk anî û hêzên xwe ji sînor paşde kişandin. Piştre hêzên parastina sînor ên hikumeta Sûriyê erka çavdêrkirina sînorên Sûriye û Tirkiyê girt. Her wiha QSD`ê tevahiya çalakiyên xwe dan rawestandin.

Rûsya û Amerîkayê garantorêtn lihevkirina agirbestê ya ku di 17`ê Cotmehê de hatiye îmzekirin, li hember binpêkirin û êrişên dewleta Tirk li djî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in.

(şx)

ANHA