Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundewarê Eyn Îsayê li ser rêya M4 sivîlek kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 sivîlek kuşt
26 tebax, 2020   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, şêniyê bi navê Qasim El-Xelîl (48) ji şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsayê ye îro saet derdora 08:00`an de li ser rêya M4 li hemberî gundê Şêx Hesen ê Eyn Îsayê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate kuştin. Ji ber hedefgirtina çeteyan, şêniyên herêmê nikarîn nêzî cenaze bibin. Lê şêniyan vê êvarê gihiştin cenaze û birin navçeya Eyn Îsayê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê dawiyê de asta binpêkirin û hedefgirtina sivîlan zêde kirin. Ji ber wê fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk bang li aliyên dabînkerên lihevkirina agiberstê kir ku sozên xwe bînin cih û binpêkirinên dewleta Tirk rawestînin. Her wiha fermandariyê bang li şêniyan kir ku ji hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê baldar bin.

(şx)

ANHA