‘Divê her der veguhere Heftenînê’

Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Mihemed Mehmûd Hisên diyar kir ku pêngava piştgiriya Heftenînê dewam dike. Her wiha bang li ciwanên herêmê yên ji hemû pêkhateyan kir ku tev li pêngavê bibin û her derê veguherînin Heftenînê.

‘Divê her der veguhere Heftenînê’
27 tebax, 2020   04:09
KOBANÊ

Di 15`ê Tebaxê de Tevgera Ciwanên Şoreşger bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê dest bi "pêngava serkeftinê" kir û banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeran kir.

Di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî hatin lidarxistin û belavokên ku banga bilindkirina asta têkoşînê li dijî faşîzma Tirk dikin, hatin belavkirin. Tê payîn ku çalakiyên din jî bên lidarxistin.

Hemwextî vê yekê, dewleta Tirk a dagirker ji nîvê meha Hezîranê de êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dewam dike. Li hemberî êrişan, berxwedana HPG`ê di astekî bilind de dewam dike.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mehmûd Hisên wiha got: "Gerîla li dijî DAIŞ`ê şer kirin û hemû pêkhateyên Şengal û Kobanê parastin. Em jî piştgiriya berxwedana wan a li dijî faşîzma Tirk dikin. Ji lewra me ji bo destekdayîna berxwedana Heftenînê bi rêya pêngava xwe, seferberî ragihand."

Mehmûd Hisên wiha lê zêde kir: "Armanc ji pêngavê ew e ku bala tevahî cîhanê li ser berxwedana Heftenînê bê kişandin. Em hewl didin bi rêya civîn, semîner û senefîzyonan, propogandeya vê berxwedana dîrokî bikin."

Endamê tevgera ciwanan destnîşan kir ku wan plansaziya çalakiyên pêngavê danîne û got: "Me plansaziyeke berfireh a çalakiyên pêngavê danî, lê belê ji ber belavbûna Koronavîrusê li herêmê me nikarî plansaziya xwe bi temamî pêk baniye. "

Di demeke berê a vê mehê de ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar da.

Di wê çarçoveyê de, hemû rengên kombûnan hatin qedexekirin. Ev yek li pêşiya lidarxistina meş û çalakiyên destekdayîn bi berxwedana Heftenînê re bû asteng.

Mihemed Mehmûd Hisên bang li ciwanên ji hemû pêkhateyan kir ku tev li pêngavê bibin û got: "Ez bang li ciwanên Ereb, Kurd, Suryen, Turkmen û Aşûr dikim ku tev li pêngava me bibin û li berxwedana Gerîla ya di şerê li dijî DAIŞ`ê de, xwedî derkevin. Divê her der veguhere Heftenîn."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê di 15`ê Tebaxê de ji bo piştgiriya berxwedanan li dijî êrişên li ser xaka Kurdistanê, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava "Em ê biserkevin" ragihandibû.

(cx)

ANHA