Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên parêzgeha Dihokê bomeberbaran dikin

Balafirên artêşa Tirk a dagirker careke din gundên girêdayî parêzgeha Dihokê ya herêma Başûrê Kurdistanê bomberbaran kirin.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker gundên parêzgeha Dihokê bomeberbaran dikin
26 tebax, 2020   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî ji herêma Başûrê Kurdistanê balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de dora herêma Xantor, gundên Steblan û Berxê û geliyê Şîş ê girêdayî navçeya Dirkatê li parêzgeha Dihokê bomberbaran dikin.