Hêzên Ewlekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizên motorsîklêtan girtin

Hêzên Têkoşîna li dijî sûcan a Kobanê komek kesên ku motorsîklêtan didin girt û ew veguhestin Komîteya Lêpirsînê.

Hêzên Ewlekariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dizên motorsîklêtan girtin
26 tebax, 2020   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Girêdayî vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de got: “Li ser giliyên şêniyan ku motorsîklêtên wan hatine dizîn, me dest bi lêpirsîn û şopandinê kir. Di encamê de me kesek girt, ew jî di lêpirsînê de li xwe mkur hat ku bi alîkariya du kesên din motorsîklêtan didizin.”

Hêzê wiha domand: “Piştî ku kom hate girtin, endamên wê li xwe mikur hatin ku wan 50 motorsîkêt li Kobanê û Minbicê dizîne û parçeyên wê frotine. Yek ji wan li xwe mikur hat ku wî ji bo madeyên hişbirê bikre motosîklêt dizîne.”

Hêzê diz veguhest Komîteya Lêpirsînê da ku girtekên qanûnî li dijî wan temam bike.

(şx)

ANHA