Berpirsekî Ewropî: Dê sibe ferzkirina cezayan li Tirkiyê bê nîqaşkirin

Li gorî tora çapemeniya taybet bi siyaseta Yekitiya Ewropayê, berpirsekî di YE`yê de got: "Berpirsê dîplomatan Josep Borrell dê cezayên berfireh li ser Enqerayê ferz bike."

Berpirsekî Ewropî: Dê sibe ferzkirina cezayan li Tirkiyê bê nîqaşkirin
26 tebax, 2020   15:03
NAVEND NÛÇEYAN

Tê payîn ku di 27-28`ê Tebaxê de wezîrên derve yên YE`yê li Berlînê bicivin. Di civînê de dê Josep Borrell ji bo dan û standina bi Tirkiyê re gelek berbijarkan pêşkêşî Yekitiya Ewropayê bike, ku di nav de çalakiyên ne rewa yên lêgerîna li gazê li rojhilatê deryaya Spî, koçberî û destwerdana Enqera di Lîbya û Sûriyê de, heye.

Her wiha dê ferzkirina cezayan li ser kesayet û blokên qanûnî yên Tirkiyê bê nîqaşkirin.

Athenayê jî xwest ku ceza li dijî bankên Tirkiyê bê ferzkirin. Berpirs piştrast kir ku dê "cezayên berfireh" bên ferzkirin.

Berpirsê YE`ê tekez kir ku YE`yê berê alîkariyên endamtiyên ên ji bo Tirkiyê kêm kiribû.

Tora çapemeniyê ya taybet bi siyasetên YE`yê destnîşan kir ku dibe ku biryareke dawî li Berlînê neyên dayîn, lê belê dê nîqaşên bên kirin "kûr" bin. Her wiha daxuyand ku tu encamp ji serdana wezîrê derve yê Almanyayê Haiku Mas a ji bo Athenayê, derneketine.

Berpirsê YE`yê diyar kir ku dê diyalogên bi Tirkiyê re bi şertê ku Enqera çalakiyên ne rewa yên li rojhilatê deryaya Spî rawestîne, pêk bê.

Parlamantera Fransî Natalie Loiso meha borî diyar kiribû ku têkiliyên di navbera Tirkiyê û YE`yê de gihîştine rêyeke xetimî.

(cx)