​​​​​​​Li Idlibê şer di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumeta Sûriyê de gur dibe

Îro hêzên hikumeta Sûriyê êrişî gelek nuqteyên çeteyan li gundewarên Laziqiye û Idlibê kir. Li aliyekî din çeteyên Tehrîr El-Şam nuqteyên hêzên hikumetê li gundewarê Hemayê kirin hedef.

​​​​​​​Li Idlibê şer di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikumeta Sûriyê de gur dibe
26 tebax, 2020   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR got çeteyên Tehrîr El-Şam nuqteyên hêzên hikumeta Sûriyê li baregeha Jorîn li bakur rojavayê gundewarê Hemayê bi moşekan kirin hedef.

Her wiha hêzên hikumeta Sûriyê jî bi dehan moşekan êrişî girên Kibane li bakurê gundewarê Laziqiye û herêmên cuda li çiyayê Zaweiye li başûrê Idlibê kirin.

Têkildarî heman mijarê hate ragihandin ku du endamên hêzên hikumeta Sûriyê di êrişa çeteyên Tehrîr El-Şam de li dijî eniya Foca 46 li rojavayê gundewarên Helebê hatin kuştin.

(şx)