Pompeo di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de gihîşt Îmaratê

Îro werzîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn degihaşt Îmaratê.

Pompeo di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de gihîşt Îmaratê
26 tebax, 2020   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê got: "Me girîngiya yekitiya dewletên Kendavê û sekna li hember hegemonya Îranê li herêmê nîqaş kir."

Duh Pompeo di yekemîn gera fermî ya yekser a navbera Til Aviv û Xertomê de ji Îsraîlê berê xwe da Sûdanê. Da ku gelek dosyayan nîqaş bikin, jê bilezkirin derxistina Sûdanê ji lîsteyên dewletên piştevaniya terorê dikin. Her wiha piştevaniya Washingtonê ya aştiya li welêt bû mijara nîqaşan.

Mike Pompeo îro bi mîrê Behreynê re civiya û girîngiya pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê nîqaş kir.

(sm)