Rêveberiya Xweser a Efrînê: Dewleta Tirk li her derê destkeftiyên Kurdan dike armanc

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bal kişand ser stratejiya dewleta Tirk a faşîst ku destkeftiyên Kurdan dike armanc. Rêveberiyê bang li koçberên li herêmên Şehbayê kir ku piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin û serkeftinê bi dest bixin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê: Dewleta Tirk li her derê destkeftiyên Kurdan dike armanc
26 tebax, 2020   11:58
ŞEHBA

Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl li qada Kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û pankartên bi nivîsên "Na ji hovîtiya dewleta Tirk re”, “Bijî berxwedana Heftanînê”, “Berxwedana Efrînê rêya qehremanî û tunekirina dijmin e”, “Na ji bêdengiya navneteweyî re”, “Bi şerê gel ê şoreşger û qehremaniya gerîla em ê dawî li dagirkeriyê û îxanetê bînin" hildan.

Bêrîvan Xelîl daxuyanî bi zimanê kurdî xwend û Bekir Elo jî bi zimanê erebî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku hikumet û gel bi têkoşîna li hemberî Koronavîrusê mijûl dibin ku xetereya wê li ser aborî û û tenduristiya cîhanê heye, dewleta Tirk a faşîst ji rêgeza "kî li ser çi mezin bûye ew ê li ser pîr jî bibe" sûcan berdewam dike.

Li ser bingeha vê hişmendiya şovenîst, dewleta Tirk rasterast parçeyekî mezin ji xaka Sûriyê ku piraniya wê Kurd dagir kir, ji Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê û bi vê yekê dixwaze destkeftiyên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi îradeya xwe ya azad qezenc kirine, têk bibe.

Dewleta Tirk ne tenê êrişî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye, lê belê êrişî Başûrê Kurdistanê, nexasim Heftenînê dike, hewl dide vîna gerîla tune bike, yekser sivîlan dike armanc û tevahiya cureyên çekên nû bi kar tîne. Lê belê dewleta Tirk li beramber berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla ye, ji ber ev hêz xwedî wêrekî û îrade ye û hişt ku leşkerên Tirkiye ji şer birevin.

Gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn di heman keştiyê de ne, tofana wan dewleta Tirk e û rêya ewlehiya wan jî hevgirtin û parastina destkeftiyên li derdora çiyayê Cûdî ye û dûrî berjewendiyên teng e.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên navneteweyî û gelan dikin ku bi erka xwe rabin, sînorekî ji dewleta Tirk re deynin, nexasim ji êrişên li hemberî gelê Kurd re, heke bi erka xwe ranebin ew ê dewleta Tirk êrişî her kesî bike, ji ber sînoran nas nake.

Di heman demê de bang li koçberên li Şehbayê dikin ku bi rihê berxwedana girtîgehan a 15`ê Tebaxê tev bigerin, berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin, piştgiriya berxwedana Heftanînê bikin û serketinan raber bikin."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana Heftanînê” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a9Zv_mjEl4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>