Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lixwekirina maskan hate ferzkirin

Ji bo parastina tenduristiya giştî, komîteyên Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevkariya polîsên Trafîkê lixwekirina maskan li cihên giştî ferz kir.

Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lixwekirina maskan hate ferzkirin
Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lixwekirina maskan hate ferzkirin
Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lixwekirina maskan hate ferzkirin
26 tebax, 2020   11:35
HELEB

Ji hewldanên aliyên pêwendîdar ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê, Meclisa Tenduristiyê bi hevkariya polîsên Trafîkê li ser pêkanîna biryara bi jimareya 6’an a meclisa giştî, dixebitin.

Li gorî biryarê divê tevahî şênî li cihên giştî, saziyên sivîl û sûkan maskan li xwe bikin. Her wiha komîteyên pêwendîdar vê sibehê dest bi pêkanîna wê kir.

Li ser vê bingehê, Meclisa Tenduristiyê bi polîsên Trafîkê re komîte ji bo şopandina cihên giştî, bi taybet rawestgehên erebeyên veguhastinê, ava kirin.

TENDURISTIYA GIŞTÎ

Komîte, şêniyan ji xetereya berbelavbûna vîrusê li nava civakê hişyar dike.

Endamên Meclisa Tenduristî yên pêwendiya pêkanîna giştînameya, mask di roja yekemîn de li kesên biryarê pêk neynin mîna pêngaveke destpêkê ya parastina tenduristiya giştî, belav kirin. Hejmara maskên belavkirî, zêdetirî hezarî bû.

Endamên Meclisa Tenduristî bi rêya têkiliya wan bi şêniyan re piştrast kir ku mijara tenduristiya giştî nayê paşguhkirin, divê li gorî qanûnên tund be da ku vê astengiyê derbas bikin.

DISÎPLÎNKIRINA BUHAYÊN MASKAN

Ji ber keysbaziya bazirgan û derfetgirtina wan ji aloziya heyî re, buhaya her maskekê gihişt 800 lîreya Sûriyê, bi wê re jî Meclisa Tenduristî û aliyên pêwendîdar yekser destwerdan kir.

Li gorî endamekî rêveber ê Meclisa Tenduristî ya taxê, wan ji dermanxaneyên li taxê re mask bi buhaya 75 lîreya Sûriyê dabîn kirin û ji bo yekkirina buha û qedexekirina keysbaziyê her maskek bi 100 lîreya Sûriyê ye.

Endamê rêveber bal kişand ser ku heger tu gilî li ser dermanxaneyekê hat ku buha bilind dikin an jî keysbaz dikin, li hember wê tevahî tedbîrên qanûnî tên girtin.

Meclisa Tenduristî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 18.08.2020’an bi daxuyaniyeke nivîskî 6 kesênli taxa Şêxmeqsûdê bi Koronavîrusê ketibûn, ragihand.

(fr)

ANHA