Hêzên hikumeta Sûriyê topbaranên li dijî Idlibê zêde kirin

Di şerê li herêma Idlibê de çeteyên dewlet Tirk êrişî hêzên hikumetê kir û hejmarek leşkerên hikumetê kuştin û di heman demê de hêzên hikumetê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê topbaranên li dijî Idlibê zêde kirin
26 tebax, 2020   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, hêzên hikumeta Sûriyê herêmên Fitêra, Kensefra, Sefohin, Filêfil û Helobe yên bejahiyên başûrê Idlibê topbaran kirin û tu agahiyên zirarên canî bi dest neketine.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mavên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama hedefgirtina çeteyên Terhrîr El-Şam a derdora Foca 46’an a li bejahiya rojavayê Helebê bi sekvaniyê, 2 leşkerên hêzên hikumetê mirin.

SOHR ’ê destnîşan kir ku duh çeteyan endamekî hêzên hikumetê li eniya Cobas a li bejahiyên Idlibê hedef girt û di encamê de leşker jiyana xwe ji dest da.

SEWQIYATÊN DEWLETA TIRK

Her wiha êzên Tirkiyê di çend seatên borî de sewqiyatên leşkerî di dergeha Keferlosîn re derbasî Idlibê kirin, tê de 20 alavên lojîstîk û leşkerî hene û ber bi nuqteyên Tirkiyê li herêmê ve çûn.  Bi wê re hejmara alavên leşkerî yên dewleta Tirk ji dema ragihandina agirestê li herêmê de, gihîşt 6 hezar û 125’an û li gel wê bi hezaran leşker jî.

Bi vê yekê hejmara erebe û alavên leşkerî yên ku gihaştin herêma Idlibê ji 2’yê Sibatê ve heya niha gihîşt zêdetirî 9 hezar û 460’î û hejmara leşkerên dewleta Tirk ên li Idlib û Helebê jî ji heman demê de belav bûne, zêdetirî 12 hezar û 800’î ye.

(sm)