‘Efrîna Evînê’ xebateke hunerî ye û behsa çîroka Efrînê dike

Komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd karekî hunerî bi sernavê ‘Efrînê Evînê’ bi dawî kir û tê payîn ku di demeke nêzîk de li ser kanal û malperan were weşandin.

‘Efrîna Evînê’ xebateke hunerî ye û behsa çîroka Efrînê dike
26 tebax, 2020   10:06
QAMIŞLO

Komeke hunermend û rewşenbîrên Kurd xebateke hunerî bi sernavê ‘Efrîna Evînê’ bi dawî kir. Xebat balê dikişîne ser rewşa herêma Efrînê ya ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kiriye.

Xebata hunermend û rewşenbîran ji belgefîlmek, stranek û madeyên ji arşîvê hatine kişandin, pêk tê û tevahî hunermend û muzîkjenên Kurd ên li Rojava û derveyî Rojava pê rabûne.

Xebata hunerî qala êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêma Efrînê, azara şêniyên wê, wêrankirina şûnwaran û koçberkirina sivîlan dike.

Her wiha xebata hunerî bi rêya pêşandina dîmenên ji arşîva balê dikişîne ser rewşa Efrînê di dema êrişan û dema dagirkirina herêmê de û behsa berxwedana ku 58 rojan dewam kir û berxwedana şêniyan li hemberî dagirkeriyê meşandine, dike.

Xebat ji derhêneriya Zekeriya Efrîn e, hunermend û helbestvanên Kurd ên li hundir û li derveyî welat beşdarî xebatê bûn. Ji van hunermend û helbestvanan; Îbrahîm Kêfo, Kara Sazkar, Ehmed Receb, Mehmûd Horo, Hesen Kinco, Kawa Kalê, Yara Hebîb, Firîşte Efrîn û Jîn Xelîl in.

Derhêner Zekeriya Efrîn ji ajansê re diyar kir ku xebat karekî afirînerî, xwebexş û aza ye. Naveroka wê ji helbest, stran, muzîk û wêneyên trajedîk ên ji azara gelên Efrînê raber dike, pêk tê.

Ev xebat 6 mehan dirêj kir, dema pêşandina xebata hunerî 25 deqe ye û tê payîn ku ji sibe de li ser kanalan were weşandin û paşê dê li ser malperên medya civakî jî were pêşandan.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BDXALklmCJQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>