Îtalya, Qibris, Fransa û Yewnanistan dest bi tetbîqatên hevbeş dikin

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê vê sibê ragihand ku wan li rojhilatê Deryaya Spî dest bi tetbîqatên leşkerî yên hevbeş kirine û tê payîn ku navê wê bibe ‘Ionomia’. Tetbîqat dê heta 28`ê Tebaxê berdewam bike.

Îtalya, Qibris, Fransa û Yewnanistan dest bi tetbîqatên hevbeş dikin
26 tebax, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Yewnanistan, Qibris, Fransa û Îtalya li başûrê Qibrisê dest bi tetbîqatên hevbeş dikin û dê heta 28`ê mehê dewam bike.

Duh li baregeha Andreas Papandreou ya li Paphos a Qibrisê 3 balafirên Fransayê yên Rafale û 3 balafirên F-16 ên Yewnanistanê daketin.

Tetbîqata çaralî yên hevbeş ji komeke perwerdeyên deryayî û asmanî pêk tê û tora Zogla ya Yewnanistanê van perwerdeyan wekî bersiva ji şantaj û provokasyonên Enqereyê re dibîne.

(eh)