Rêveberiya Hawîrdor û Hawîrparêzê xwestekên herêma Cirih bi cih tîne

Şêniyên gundên herêma Cirih banga parastina xwezaya herêmê kir û Rêveberiya Hawîrdor û Hawîrparêzê diyar kir ku ew ê rewşa herêmê bişopînin û ragihînin ku ev cihekî xwezayî divê were parastin û di hefteyên pêş de ew ê girêdayî Mizgeftê be. 

Rêveberiya Hawîrdor û Hawîrparêzê xwestekên herêma Cirih bi cih tîne
26 tebax, 2020   09:34
QAMIŞLO-RÎNAS REMO

Herêma Cirih a 15 km li bakurê rojhilatê navçeya Tirbespiyê ye ji kevntirîn herêma Cizîrê ku şênî lê bi cih bûne, di dîrokê de bi av, kanî, şûnwar, xweza û olên xwe tê naskirin. Li gel vê ji beriya sedan salan ve li kêleka keviyên ava herêmê bi dehan gund hatine avakirin.

Ev herêm wekî herêmên Cizîrê yên din di pêvajoya salan de rastî siyaseta dewleta Tirk a qutkirina avê hat û bi vê yekê dixwest ku şêniyên herêmê koçber bibin û herêm vala bibe, di encamê de rêjeya avê li geliyê Cirih kêm bû, derdora 10 hezar dar ên li seranserî avê hişk bûn. Ev du sal e baran baş dibare û şêniyên vê herêmê banga parastina vê xwezayê dikin.

Macid Abdulxenî Sadûn ji gundê Kerdimê Banî yê  herêma Cirih e, bang li aliyên peywendîdar kir ku bi alîkariya şêniyan herêmê, wê herêmê bikin herêmeke parastî, daran biçînin, da ku ji nû ve jiyana zêdebûna sewal û lawirên çolê lê peyda bibe.

Macid Abdulxenî da zanîn ku berî niha dewleta Tirk av li ser herêmê qut kir û heta çend salan kanî ziwa bûbû, lê niha rêjeya ava çem baş e.

Eyşa Letîf ji gundê Kêlhesnak got herêma Cirih meqseda bi hezaran malbatên herêma Cizîrê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Beriya ku dewleta Tirk avê qut bike, şêniyên herêmê bi qesta seyranê dihatin vê herêmê, ji ber vê yekê bang li aliyên peywendîdar dikim ku herêmê veguherînin herêmeke parastî, ji nû ve daran lê biçînin û rê li pêşiya nêçîrê bigirin."

Dema ANHA`yê serdana Rêveberiya Hawîrdor û Hawîrparêzê ya kantona Qamişlo kir û gilînameyên şêniyan ji wan re ragihand, gerînende Loqman Bedir diyar kir ku ew nîqaşa berfirehkirina devera xwezaya Mizgeftê dikin û dixwazin çemê Cirih tev li wê kin, her wiha dixwazin li dirêjahiya çem daran biçînin.

Gerînendeyê Hawîrdor û Hawîrparêzê yê kantona Qamişlo daxuyand ku ew ê di hefteyên pêş de nêçîrê qedexe bikin û herêma Cirih wekî herêmeke parastî û girêdayî Mizgeftê ragihînin û lê xwedî derkevin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cx_cubXxbos" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>