Dewleta Tirk biryara navneteweyî ya qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dike

Raporekê ji tora ARD û ji kovara Shtirn ên almanî kişf kir ku artêşa Tirk bi balafirên Airbusê barek derbasî Lîbyayê kir û bi vê yekê qedexeya navneteweyî ya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê kir.

Dewleta Tirk biryara navneteweyî ya qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re binpê dike
26 tebax, 2020   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporê, dewelta Tirk bi balafirên leşkerî yên A400M herî kêm 11 caran li Lîbyayê bi gerên asmanî rabû û di çarçoveya projeya iEUArms`ê de kanala ARTE ya almanî-frasnî û El Diario ya Spanyayê û navenda lêkolînê ya Hollandî beşdarî vê lêkolînê bûn.

Berdevkê şîrketa Airbus ê li Munchenê a Almanyayê got dewleta Tirk a endama NATO`yê sala 2003`yan bi Almanyayê, Fransa û dewletên Yekitiya Ewropayê re beşdarî çêkirina sîstema A400M bû.

(eh)